Pispor bi taybetî li ser sermayê di sekinin û diyar kirin ku di vê demsalê de mirov pir zû bi nexweşiyan dikevin û gotin ku divê mirov li xwe baldar bin.
Pispor der barê vê mijarê de nêrînên xwe wiha tînin ziman: “Ev dema ku êdî mirov hêdî hêdî derbasî meha havînê dibin de, hevsengiya bedena mirovan jî diguhere. hewa diguherin û ji ber hewayê jî mirov hesastir dibin û mirov zû bi şewbê dikevin. Ji ber vê yekê jî bi taybetî divê mirov ji çayên nebatî sûdê bigirin.  Nebatên wekî, çaya kesk, tarçin, zencefîl, karanfîl û îsota hur ji berk u di warê antîmîkrobiyal de bi bandore û zindîbûnekê dide mirovan pir tê pêşniyar kirin.”
Doktor diyar ikin ku çaya kesk ji berk u di warê antîoksîdanan de dewlemende bandoreke mezin li ser mîkoorganîzmayan dike û ji ber vê yekê j îli hemberî şewbê têkoşîneke mezin dide. Ligel vê karanfîla ku gelek dewlemende jî bo îltîhaba qirik û dev, mîkromantar, bakterî û vîrusan têkoşîneke meizn dide. Her wiha di zencefîlê de jî heman taybetî heye.

Kakule jî bandoreke mezin li ser bakterî û vîrusan dike. Ji bo serma, bronşît, kuxik û germaniha beden têdikoşe. Ji bo îltîhaba qirik û dev gelek bi bandore.

AMED