Piştî axaftinê rêziknameya SZK’ê hate xwendin û beşdarên civînê li ser rêziknameyê nirxandin kirin. Piştre jî rapora xebata salekê ya SZK’ê hate xwendin û nirxandin li ser hatin kirin.
Di encama nirxandin û nîqaşên hatin kirin de plansaziya dema pêş hate derxistin û gelek biryar hatin girtin. Biryarên hatine girtin wiha ne:
* Hefteyê herî kêm rojekê wê li hemû dibistanan sirûda “Ey Reqîp” bê xwendin.
* Li hemû navend û dibistanên Kurdî wê ala Desteya Bilind bê daliqandin.
*Yekîtiya Mamosteyên Kurd û SZK wê li hemû dibistanên herêma Kobanê çavdêriyê bikin.
* Li hemû dibistanên fermî wê perwerdeya zimanê Kurdî mijara sereke be.
* Ger ku Wezareta Perwerdeyê ya Suriyê li herêma Kobanê dibistanan veneke û perwedeyê nede destpêkirin, wê SZK û Yekîtiya Mamosteyan vê peywîrê bicîh bîne û mamosteyan peyda bike.
* Di sefa yekê ya hemû dibistanan de wê ders hemû bi zimanê Kurdî bêna dayîn.
* Wê Enstîtuya Lêkolîna Wêje û Zimanê Kurdî bê vekirin û mamoste bêne gihandin.
* Pêwîste hemû endamên saziyên girêdayî TEV-DEM’ê fêrî zimanê Kurdî bibin.
* Li hemû gundan wê navendên perwerdeya zimanê Kurdî bêne vekirin.
* Rêveberiya SZK’ê wê sedî 50 zilam, sedî 50 jî jin bin û dê her 3 mehan carekê bê guhertin.
* Her endamek SZK’ê wê din ava 3 mehan de raporê bide rêveberiyê, yên ku raporê nedin jî wê bêne pirsyarîkirin.
* Hemû şagirtên bawernameyên bekelorya yên ji aliye SZK’ê ve di dema perwerdeya 2012-2013’an de hatine dayîn girtine, mafê memuriya di hemû navend û saziyan de bidest xistine.
* Derbarê kesên ku li pêşîya fêrbûna zimanê Kurdî dibin asteng de wê lêpirsînên qanûnî bêne destpêkyirin.
* Navên hemû gund, dibistan, dermanxane û cihên dixtoran wê bi Kurdî bêne nivîsandin.
* Hemû mamosteyên Kurdî wê di warê fikrî û bîrdozî de bêne perwerdekirin.
KOBANÊ