Elî Qereşdax ji hebûnê çavên wê nabînin û li Amedê dijî, li gundê Şadiyê hate dinê. Dengbêj Elî di temenê xwe yê 7 saliyê de dest bi şivantiyê dike. Elî Qereşdax an jî Xalê Elî, dengbêjekî bi dengê xwe yê xweşîk gelek welatî dixwazin guhdariya wî bikin e. Xalê Elî têkiliya muzîkê û evîniyê bi hev re girê dide û dema dilê wî bi coş dibe û an jî xemgîn dibe an stranekê an jî bi bilura xwe rih dide stranan. Xalê Elî, têkiliya xwe ya bi mizûkê re "Gel ku dilên min bixwaze ez dikarim li her derê û li bilurê bidim û stranan bêjim." Li gel ku çavên Xalê Elî nabînin bi girêdanekî mezin dijî û li gund piştî 20 salan şivantî kir hat li semta Rezan a Amedê dest bi jiyanê kir.


Debara xwe bi firotina tutinê dike
Xalê Elî, diyar kir ku 20 salin dest ji şivantiyê berda û 5 salin li Semta Rezan a Amedê dijî. Xalê Elî derbara xwe bi firotina çay û tutinê dike û wiha got: "Ez ji kesê re destê xwe venakim û debara xwe dikim." Xalê Elî, anî ziman ku ji bo tiştekî qezenc bike stranan nabêje û bilur û klam di jiyana wî de cihekî gelek mezin digirin.

'Dema min piranî li mala dengbêjan derbas dibe'
Xalê Elî, dema xwe piranî li Navenda Çandê ya Dîcle Firat û Mala Dengbêjan derbas dike. Xalê Elî li Mala Dengbêjan bilûrê lêdide û stranan dibêje. Xalê Elî di vekirina Navenda Çandê ya Dîcle Firat cih girt û wiha axivî: "Dema ku Navenda Çandê ya Dîcle Firatê hate vekirin min ji bi dengê xwe cih girt. Ez niha xebatên Mala Dengbêjan dikim. Niha 25 dengbêjên me hene."


'Ez bi alîkariya aqilê xwe dimeşim'
Xalê Elî dema ku hate dinê çavên wî nabînin riyên gelek caran lê derbas dibe jiber kirin. Xalê Elî bêyî alîkariyê diçe gelek cihan û wiha pê de çû: "Kesên çavên wan dibînin bi alîkariya çavên xwe lê ez bi alîkariya aqil û piyên xwe diçûm gelek cihan. Min riya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ji ber kir. Bêyî alîkariyê ez diçim. Li gelek cihan welatî alîkariya min dikin."
Xalê Elî di zarokatiya xwe dest bi dengbêjiyê kir û da zanîn ku 11 sal berê hînî lêdana bilûrê bû û wiha axivî: "Kesên dibînin bi çav û destên xwe bilûrê lê didin lê min ev yek bi aqil pêk anî. Tu jî ci re xîzmetê bike divê tu tamê ji wê bigir."

DÎHA/AMED