HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî danê êvarê çalakiya "deng derxistinê" hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku li navenda bajêr hat lidarxistin, Kurdistanî û dostên wan, pankartên ku hovîtiya rejîma AKP'ê ya li hemberî sivîlan nîşan didin, hilgirtin.
OFFENBACH: Komek ji jinên Kurd ên li bajarê Offenbachê hatin cem hev, beşdarî ayîna li dêreke bajêr bûn û li ser mijarê agahî dan. Jinên ku ji aliyê rahîbê dêrê ve hatin pêşwazîkirin, dosyayek li ser kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.
HANAU: Li bajarê Hanau, jin bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara civiyan û bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê. Jinên li Markt Platzê hatin cem hev, şûşeyên plastîk li hev dan û bi vî rengî çalakiya "deng derxistinê" pêk anîn.
WETZLAR: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berçem jinan li navenda bajarê Wetzlarê çalakiya "deng derxistinê" pêk anî. Di çalakiyê de ku bi dehan jin beşdar bûn û pankarta li ser nivîsandî "Li Kurdistanê komkujî heye" hat hilgirtin. Meclîsê bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kuridstanê.
DARMSTADT: Çalakiya "deng derxistinê" ya li bajarê Darmstadtê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Roza hat lidarxistin. Bi dehan jin beşdarî çalakiya li navenda bajêr bûn.
MANNHEIM: Li bajarê Mannheimê bi pêşengiya jinan çalakiya "deng derxistinê" hat lidarxistin û bal hat kişandinî ser komkujiyên li Kurdistanê.
LÎMBÛRG: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lîmbûrgê, ji bo xwedîderketin û silavkirina xwerêveberiyan, civîneke gel li dar xist. Nûnerê NAV-DEM'ê di civînê de pêvajo nirxand û destnîşan kir, ku ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyan, wezîfeya mezin dikeve ser milê gelê li Ewropayê.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrgê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê bi tundî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de Kurdistaniyan û dostên wan ên Elman bi rêya muzîkê deng derxistin û êrîş protesto kirin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, li ser mijarê dosya radestî Wezareta Karên Derve ya Federal hat kirin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Berlînê û Meclîsa Jinê ya DESTDAN, girseya gel li ber Wezareta Karên Derve civiya û daxuyaniyek da. 3 dosyayên ji aliyê KNK, CENÎ û NAV-DEM'ê ve amadekirî radestî rayedarên Wezareta Karên Derve ya Elmanya hatin kirin.
KLEVE: Bi pêşengiya ciwanan, li bajarê Elmanyayê Kleve meşeke girseyî hat lidarxistin ji bo xwedîderketina li xwerêberiyan. Meş bi dirûşmeyan li navenda bajar bi dawî bû.
VIYANA: Li paytexta Awustûryayê Viyanayê, endamên Komeleya Jinên Kurd AVESTA, ji bo şermezarkirina terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê, li meydaneke qelebalix a bajêr Stephansplatzê çalakiyeke spontane li dar xist.
LIEGE: Endamên Ciwanên Azad, li Liège-Guillemins ku stasyona trenê ya navendî ya bajarê Belçîka Lîegeê ye, belavok belav kirin. Ciwanan bi belavokan polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê yên li dijî Bakurê Kurdistanê ragihandin Belçîkiyan.
PARÎS: Li Parîsê Endamên Meclîsa Çandê li Gare de Lyon a Parîsê li hev civiyan, li erbanê dan û li ser komkujî û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta AKP'ê belavokên bi zimanên Îngilîzî û Fransî belav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN