Dengbêjê navdar ê Botanê Fadil Cizîrî par wekî îro rehmet kir. Ew hê sax bû digot :”Kes xwedî li dengbêjan dernaveke. Ma ne Şakiro bêxwedî mir.”

Hevjîna wî Şîrîn Egul jî li ser dengbêjiya Fadil Cizîrî dipeyive û dibêje: “Divê dengê wan neyê jibîrkirin.”

Gava mirov navên dengbêjên Botanê bijmêre, helbet Fadil Cîzîrî yek ji wan navan e ku pêşî tê hildan. Gelek kes wî ji strana wî ya herî eyan “Heyran Jaro” nas dike. Di payîzokên Cizîrê de eşq jî şer jî hesret jî hebûn. Ew hê 14 salî di dîwana dengbêjan de rûdine û dest bi dengbêjiyê dike. Kurekî wî di qezaya trafîkê de kurê wî Murat Ergul jî di dema qedexeya Cizîrê de mir. 7 salên dawî bi nexweşiya Parkinsonê re derbas bû.

Ez û zarokên xwe tenê herin

Niha hevjîna wî Şîrîn Egul li gel 4 zarokên xwe dimîne. Şirin Egul dibêje “Sibê (îro) ez û zarokên xwe herin ser mezerê wî. Heta niha kesî negotiye me em ê jî werin. Ma ne wî digot, dengbêj giş bêxwedî dimirin, xeberê wî bû. Divê em xwedî li wan dengan derkevin. Divê dengê wan neyê jibîrkirin.”

Çend rist ji Heyran Jaro

“Heyran jaro wa ne ezê kulikên te bimirim

Hey jaro min go ezê kulikên te dimirim

Ay çavên reş û belek kilê suphanî nagirin

Yarikên vî zemanî, devdostên wey qelbo dilê xwe kafir in”

GOKHAN ALTAY / MA/ŞIRNEX