Hûnermend Xeyrî ku hewl dide mûzîka Kurdî pêş ve bibe, di temenê xwe yê biçûk dest bi mûzîkê kir. Mereqa wî jî ji klamên dengbêjan tê. Hûnermend Xeyrî ku ji ber di nav malbata wî de dengbêj di temenê xwe yê biçûk de dest bi strînê kir ji 7 saliya xwe ta 22 saliya xwe di nav hûnera dengbêjiyê de strî. Hûnermend Xeyrî 22 sal in bi awayeke profesyonel bi mûzîkê re eleqeder dibe. Hûnermend Xeyrî klamên dengbêjên Kurd bi enstirûmanên nû û bi awayê rockê distêre.

'Klamên dengbêjan distêrim'
Hûnermend Xeyrî ku ji ber ji malbateke dengbêjan tê di zarokatiya xwe de dest bi strîna klaman kiriye got; "Dawiya mûzîk û enstirûmanan nîn e. Lewma heke ez bibêjim; 'bi awayeke profesyonel li enstirûmanan dixim.' dê nerast be. Ez li ser tembûr û gîtarê dixebitim. Stranên Kurdî distêrim. Klamên dengbêjan vedibêjim. Lê stranên ku gotinên wê min nivîsandine jî hene. Stranên Kurdî strîn cuda ye. Ji ber ku em bi stranên xwe hewl didin nûneriya Kurdan bikin." 


'Em xwedî li zimanê xwe derkevin'
Hûnermend Xeyrî anî ziman ku gelê Kurd êş û elemên xwe keyfxweşî û xemginiyên xwe bi stranên xwe vedibêje û wiha axivî: "Li ser zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Lewma dixwazim ji hevalên xwe yên hûnermend re bibêjim ku bi zimanê zikmakî bistêrin. Ji ber ku heke em li ser vê yekê hûr nebin dê zimanê me winda bibe. Pêşîlêgirtina van polîtîkayan bi zimanê xwe strîn e. Divê di mûzîkê de sînor nebe. Ez dixwazim bi stranên xwe balê bikişînim ser êş û elemên gelê xwe. Li cîhan û Kurdistanê rewşên nerast in tên jiyîn. Dixwazim destpêkê ji gelê Kurd re û piştre jî ji gelên cîhanê re xizmet bikim."

Ji bo zarokên Kurd 2 klîbên nû
Hûnermend Xeyrî destnîşan kir ku bi derfetên xwe ji bo zarokên Kurd 2 klîbên nû amade kiriye lê hê neweşandiye û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Min rojekê di rojnameyê de xwend. Min li ser Ceylan Onkolê nûçeyek dît. Gelekî pê tesîr bûm. Lewma min ser Ceylan Onkolê stranek nivîsand. Min klîba vê kişand. Min çi hîs kir min ew nivîsand. Strana min a 2'yan jî bi navê 'Xweşka Kurdî' li ser zarokên Kurd ên girtî ne. Bi vê stranê min xwest ez balê bikişînim ser zarokên Kurd ên girtî."


SERKAN KURT / DÎHA/MÊRDÎN