Qedexeya derketina derve li Silopiyayê ku ev 15 roj in gel li dijî wê li ber xwe dide, bû sedem ku dengbêjê navdar ê Botanê Salihê Şirnexî (Salih Erener) doh jiyana xwe ji dest bide. Salihê Şirnexî ji ber bomberdûmana giran, li mala xwe ya li taxa Karşiyakayê ket rewşeke nexweş. Ji ber dorpêç û êrîşên giran ambûlansê nekarîbû xwe bigihîne taxê û ji ber ku Şirnexî nikarîbû bibin nexweşxaneyê, li mala xwe jiyana xwe ji dest da.
Dengbêjê dilan bû
Şirnexî ku weke “dengbêjê dilan” dihat nasîn, bi strana xwe ya bi navê “Bişenga min” dihat naskirin ku ev stran li ser xwendekara lîseyê Bişeng Anik nihurandibû ku di dema êrîşa 18’ê Tebaxa 1992’an a li hemberî Şirnexê de ya lê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dayî, hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin. Şirnexî her wiha bi dehan berhem li dû xwe hiştin.
ŞIRNEX