Piştgiriya BDP´ê kirin
Bername bi du beşan pêk hat. Di beşa yekemîn de Dengbêj Zînet, Evdilê Koçer, Salihê Qubînê û Ehmedê Xî derketin ser dike û klamên xwe dengbêjiyê ji hev xweştir ji bo welatiyan vegotin. Piştî beşa yekemîn di beşa duyemîn de dengbêj derketin ser dike û klamên gotin. Di beşa duyemîn de Dengbêj Eyşê, Mizafarê Celdekî, Mehmudê Alavê, Mihemedê Holî, Xalid, Adilê Colemêrgî, Zahir û Suphan derketin ser dikê û bi rêzê sitran. Dengbêjan klamên berê yên şeran û gelek klamên ku wan bi xwe li ser dildariya Abdullah Ocalan û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane nivîsandine gotin. Dema dor hat ser Dengbêj Eyşê diyar kir ku wê klamek li ser Ocalan amade kiriye ew ji Ocalan re slavên xwe dişîne. Dengbêj Eyşê dema klama xwe li ser Ocalan got girse bi yek carî bi deqîqeyan li çepikan da û dildariya xwe ya bi Ocalan re da nîşandan. Dema Dengbêj klamên xwe gotin, balkêş bu ku gelek dayik li ber klaman hestewar bûn û welatiyan bi guhdariyek bê hempa li klaman guhdar kirin. Piştî dengbêjan bername bi dawî bû û welatî belav bûn.
DÎHA/ÊLIH