EHMED REŞÎD / ANHA/ŞEHBA
Di roja duyemîn a êrişa Tirkiyeyê li dijî gundên Meydana ya devera Reco de, Ehmed Xanî kilîpek li gundên Meydana kişand û di bin êrişa balefiran de dîmenên xwe girtin.
Weke dengbêjekî stranên destan û efsaneyên lehengiyê, Ehmed Xanî hewl dide bi rêya huner, kevneşopiya pêşiyên Efrînê biparêze.
Dengbêj Ehmed Xanî, ji gundê Keferromê yê ser bi navçeya Şera ya kantona Efrînê ye. Di nava dengbêj û hunermendan de bi dengê xwe yê çiyayî û bi denbêjiya xwe ya resen tê nasîn. Ehmed Xanî, 11 albûmên xwe yên stranên gelêrî û kevneşopî heta niha tomar kirine.
Ehmed Xanî di 8 saliya xwe de dest bi gotina stranên gelêrî dike û dengbêjên kevin ên Efrînê yên weke Evdê Şehrê, Hesen Nazî bandorê li wî dikin. Ew li nava xelkê xwe bûye, û timî beşdarî gelek çalakî û şahiyên neteweyî yên weke cejna Newrozê bûye û dibe.
Bi hunerê xwe
di nava berxwedanê de bû
Ehmed Xanî yekemîn albûma xwe bi navê "cûreyên folklora Kurdî" sala 2000’î tomar dike.
Di pêngava şoreşa Rojava de Ehmed Xanî cihê xwe di nava xebatên Desteya Çand û Huner a Efrînê de digire û gelek stranên şoreşgerî û der barê berxwedana Serdemê ya Efrînê û Kurdistanê de çêdike. Ehmed Xanî niha cihê xwe di nava rêveberiya Yekîtiya Hunermendên Kurd de digire û li kantona Şehba dimîne.
Ehmed Xanî, li rex şervanên YPG'ê û YPJ'ê bi stran û dengê xwe li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ber xwe dide. Piştî ku artêşa Tirk êrişa xwe li dijî Efrînê da destpêkirin, welatiyên gelek gundên nêzî sînor berê xwe dan navenda bajarê Efrînê û Ehmed Xanî di nava van malbatan de digeriya û stranên efsaneyî û destanên Kurdan ji wan re digotin.
Li Meydana şer dîmenên klîbê
Ehmed Xanî di van demên dawî de jî stranek bi navê "Lêxe YPG lêxe" derxist û tê de berxwedana bav pêşiyan li dijî dagirkeran bi berxwedana serdemê ve girêdide. Di roja duyemîn a êrişa Tirkiyeyê li dijî gundên Meydana ya devera Reco de, Ehmed Xanî kilîpek li gundên Meydana kişand û di bin êrişa balefiran de dîmenên xwe girtin.
Ehmed Xanî niha li kampa Serdem dimîne û bi stranan êşa gelê xwe parve dike.
Xwedîderketina li rêûresma pêşiyan
Li ser dîroka Kurdan a devkî, Ehmed Xanî got: "Min stranbêjiya resen a kurdî pejirand da ku ez folklor û kevneşopiya bav û kalan biparêzim ku li ber jibîrkirinê ye". Ehmed Xanî Kurdistanê di stranên xwe de weke yar bi nav dike û dibêje ku di serdema sîstemên deshilatdar de gotina Kurdistanê qedexe bû û ji ber vê yekê pirraniya dengbêjan navê Kurdistanê bi navê Yarê diguhertin.
Xanî got, dîroka Kurdan a devkî, bi destê hunermend û rewşenbîran hatiye parastin û sedema wê jî li gorî wî qedexekirina nivîsandina dîroka Kurdî bû: "Hîna ji dîroka nivîskî ya Kurdî ji aliyê sîstemên desthilatdar ve hatiye nivîsandin û li gorî daxwazên xwe nivîsandine".
Şoreşê her tişt azad kir
Der barê şoreşa 19'ê Tîrmehê de Ehmed Xanî dibêje, "Şoreşê her tişt di hundirê me de azad kir. Dengê me azad bû, dilê me azad bû û fikra me azad bû. Beriya şoreşê me nediwêrî stranên folklorîk bibêjin."
Xanî got, ew ê xebatên xwe heta rizgarkirina erda Efrînê dewam bike û stranên xwe der barê êşa welatiyên Efrînê de çêke.
Dengbêj Ehmed Xanî bang li hunermendên Kurd ên li seranserî cihanê kir ku piştgiriya berxwedana Serdemê ya Efrînê bikin.