Avahiya ku wekî Mala Dengbêjan tê bikaranîn, maleke kevn a Amedê ye û ji 100 salan kevntir e. Li wê malê du odeyên mezin û hewşa wê ji hêla Mala Dengbêjan ve tên bikaranîn. Ji ber ku havînê hewa germ e, dengbêj hewşa malê ya hênik bi kar tînin. Her roj li dora 10-15 dengbêj têne serdana Mala Dengbêjan û dengbêjiyê dikin. Lê di demên taybet ên wekî festîvalan de ev hejmar dibe 30 û carnan jî zêdetir.

Dengbêjî û Çanda Dengbêjiyê
Peyva "Dengbêj"ê peyveke pêkhatî ya Kurdî ye û ji peyvên "deng" û "bêj" ango "gotin"ê pêk tê. Dengbêj ew kes in ku trajedî, xemgînî, şadî û hest û hêmayên din bi hestiyarî dihonin, bi rîtm û melodiyê dixemilînin, bi sêra muzîkê digihînin û radigihînin. Dengbêjî çandeke Kurdî ye û ya Kurdan e. Ji kesên ku ziman, çand, dîrok, wêje û muzîka Kurdî heta îro anîne re "dengbêj" tê gotin. Dengbêj ne tenê stranbêj û çîrokbêj in; her wiha ragirên çanda Kurdî, wêjeya devkî ya Kurdî û dîroka Kurdî ne. Dengbêj hiş, bîr û ozanên gelê Kurd in.
Ji bo çanda dengbêjiyê ku di dîroka Kurdan de cihekî pir girîng digire, ji bo ku têk neçe û di pêşerojê de berdewam bike xebatên nû tên meşandin. Piştî ku li herêmê gund vala bûn û koçberiyê dest pê kir, çanda dengbêjiyê jî lawaz bû. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo xizmeta çandê bike li Amedê 5 çend sal berê mala Dengbêjan vekir û 5 salin xebata dengbêjiyê tê meşandin. Mala Denbêjan ku bi tevlêbûna 25 dengbejan xebatê dimeşîne, ji niha û şûnde ji bo ku bêtir xizmetek baş bide ket nava hewldanan. Reveberê Mala Dengbejan Dengbêj Sidiqê Hizanî (Ergul), diyar kir ku hefteyê 6 rojan xizmetê didin û wiha got: "Her rojê bi sedan ciwan tên vir ziyaret dikin. Eleqeya ciwanan pir zêde ye. Ji gelek bajarên derdorê ciwan tên vir. Xwendekarên zanîngehê jî eleqeyek mezin nîşan didin.
Hizanî, anî ziman ku piştî li vir mala dengbêjan hate avakirin gelek xwendekarên zanîngehê yên Ewropayê ji bo lêkolîn bikin hatin vir û li ser dengbêjiyê tez amade kirin û wiha got: "Em ji eleqeya ciwanan pir kêfxweş in. Ji bo ku em çanda dengbêjiyê derbasî pêşerojê bikin em dê ciwanên nû mezin bikin. Em dixwazin ev çand, huner û kevneşopî heta heta berdewam bike. Em bang li hemû ciwanên ku xwedi hunera dengbêjiyê ne dikin û dixwazin li vê çandê xwedi derkevin bên serî li me bidin. Em dixwazin li vir akademiya dengbêjiyê ava bikin. Em dixwazin vir bikin qada perwerdehî û akademiya dengbêjiyê. Hin caran heta 45 dengbej li vir dicivin. Lê ji ber ku heta niha karekî bi plan nehatiye kirin encamek baş nestendiye. Ji bo em vê çandê derbasî pêşerojê bikin em dixwazin ciwanên nû li çandê xwedî derkevin û bi plan û proje vê çandê derbasî pêşerojê bikin."
Dengbêj Sidiqê Hizanî, destnişan kir ku heta niha çand, dîrok û zimanê Kurdi li ser çanda dengbêjiyê gihişt îro û piştî gund hatin valakirin çanda dengbêjiyê jî lawaz bû. Hizanî, anî ziman ku ew dîsa dixwazin hêza dengbêjan li navendekê kom bikin û bi rêxistinî plansazî vê çandê pêş bixin.

Pêdivî bi projeyên nû heye
Hizanî, destnîşan kir ku çanda dengbêjiyê bi hezar salan Kurd li ser piyan hişt û ji bo vê çandê xurd bikin pêdiviya wan bi projeyên nû heye. Hizanî xwest kesên projeyên wan heye serî li wan bidin û projeyên nû ava bikin. 


DÎHA/AMED