Dengbêjî bîra Kurdan e

Haberleri —

Dengbêj Naîf Munisî ji zarokatiya xwe ve denbêjiyê dike. Dema ew hêj zarok e kilamên dengbêjiyî tesîrê lê dikin û ji bo bibe dengbêj tim tevlî civatê gundan û mezinan dibe û her tim li dîwanên dengbêjan cihê xwe digire. 

Dengbêj Naîf Munisî, diyar kir ku ew di sala 1959’an de li gundê Munisî yê bi ser Hezroya Amedê hatiye dinê û di sala 1968’an tevî malbata xwe li Amedê bi cih dibin. Denbêj Munisî anî ziman ku dema dengbêjên heremên Serhedê û Amedê  dihatin gel hev ew jî tim li civata wan rûdinişt û wiha peyivî: “Dengê dengbêjan û kilamên wan bi min xweş dihatin ez diçûm li cem wan rûdiniştim. Ji ber xweşbûna kilamên wan min soz da xwe ku ez jî bibim dengbêj. Di vê navberê de min herî zêde rehmetî Dengbêj Salihê Beynatê nas kir. Min xwe pê da nasîn. Piştî jê re got ez dixwazim bibim dengbêj wî gelek kêfa xwe ji min re anî. Eşqa kilaman û dengbêjiyê bi min re çêbû. Hinek dem derbas bû, ez li pey dengbêj Salihê Beynatê her tim radibûm diçûm gundê Beynata Farqînê û li cem wî dimam. Ez li Derê Mêrdînê li qamyonan siwar dibûm, radibûm diçûm li Farqînê peya dibûm. Min ji navenda Farqînê dida rê ez di riya çiya de diçûm gundê Beynatê. Ji bo ez bibim dengbêj bi dehan kilometre dimeşiyam û min li çiya û berfê dida xwe digihand gundê Beynatê.”

Ez bi eşqa kilaman bûm dengbêj

Dengbêj Naîf Munisî anî ziman ku mamosteyê wî yê duyemîn Dengbêj Huseynê Orgonosî (Mûşî) ye û wekî din jî ew di bin tesîra gelek dengbêjan de maye. Dengbêj da zanîn ku di sala 2007’an de bi avabûna Mala Dengbêjan a Amedê re wî jî di nav dengbêjan de cihê xwe girtiye, lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin û şûn ve wî dev ji Mala Dengbêjan a Amedê berdaye.

Hebûn û dîroka Kurdan e

Dengbêj Munisî dest nîşan kir ku herî zêde dengbêjên ku li ser dîroka Kurdan distrên bala wî dikişîne û wiha axivî: “Kilamên ku li ser serhildanên eşîrê Kurdan û şerê di navbera Kurdan û dewletê de vedibêjim. Kilam hebûn û dîroka Kurdan e. Kilaman gelek tişt rayî gelê Kurd daye. Divê em li ser gotinên di nav kilaman de derbas dibin rawestin û li serê bifikirin. Kilam ji bo civaka gelê Kurd gelek girîng in.” Dengbêj Munisî bi lêv kir ku dengbêjî hawara Kurdan li her deverî belav kiriye û wiha domand: “Di tu ziman û meqamî de dengbêjiya wekî Kurdî tune ye. Em wek berdewamiya dengbêjên ku çûne ser dilovaniya xwe. Heke ku em jî rojekê koç bikin dê nifşên nû çanda dengbêjiyê berdewam bikin. Wê tu demê dengbêjî û kilamên Kurdî winda nebin.”

Karê pênûs û lênûskan bi cih dianî

Munîsî got ku berê dengbêjî karê pênûs, lênûsk û pirtûkan bi cih dianî. Dengbêj Munisî anî ziman ku heta ew sax be ew ê kilaman vebêje û heke ku li odeyan û dîwanan dengbêjî bê qedexekirin jî ew ê li kolanan û li ser bedenên Sûrê kilaman bistrê. Dengbêj Munisî da zanîn ku pêwîst e berxwedan, serhildan û hemû êşa Kurdan bibe kilam û bang li gelê Kurd û ciwanên Kurd kir ku xwedîtiyê li çanda dengbêjiyê bikin. 


BÎLAL GULDEM / DÎHABER/AMED 


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.