ROJDA AYDIN / JINNEWS/ŞIRNEX

Dengbêj Kurdê (Kurdistan Şavluk) ev 15 sal in, dengbêjiyê dike, dibêje, “Dengbêjî çand û hûnerê kurdan e. Me heta niha bi dengbêjiyê êş, dert, şer û jiyana xwe îfade kir û ez hîna jî vê dikim. Werin xwedî li dengbêjiyê derkevin.”

Jiyana Kurdê tim di nav zext û zordariyan de derbas bûye. Hîna ew 10 salî ye, bavê wê bi berdêlî bi darê zorê dizewicîne. Ji ber ku dayik û bavê Kurdê dengbêj bûne, ji malbata xwe fêrî dengbêjiyê bûye. Kurdê êş û derdên xwe jî bi denbêjiyê anîne ziman. Dengbêj Kurdê dibêje, zaroktiya wê bi guhdarkirina stranên Eyşe Şan û Meryem Xanê derbas bûye. Kurdê ev 15 sal in dengbêjiyê dike.

Li ser zor û zehmetiyên xwe û dengbêjiya xwe ew dibêje, “Min zaroktî nedît. Bavê min keçek revand, û ez ji xwe re kirim berdêlî. Ez bi kesekî emr mezin re zewicandim. Ne ti heyat bû, zehmettir bû. Malbata piştî zewacê ez çûm nava wan nedihişt ez stranan bibêjim.”

Min serî rakir

Kurdê li berxwe daye, çawa ew dibêje, “Min li dijî astengiyan hemûyan serî rakir. Min guh neda gotinên hevjînê xwe û civakê. Niha gelekî kêfxweş im ku dengbêjiyê dikim. Me berê dengbêjî di malên xwe de, lê her wiha di dawet, şîn û geran de jî dikir. Ev 15 sal in jî ez dengbêjiyê dikim. Divê jin hemû xwedî li dengbêjiyê derkevin û wek berê dîsa dengbêjiyê bikin.”

Li ser çand û hunerê Kurdî jî ew dibêje, “Ez gelekî ji çand û hûnerê xwe hez dikim. Dema mijar dibe çand û hûnerê Kurdan mirov bêhtir jê hez dike. Dengbêjî çand û hûnerê Kurdan e. Bi radyoyan dengbêjan êş û bûyer bi dengê xwe radigihand cihanê. Divê em xwedî li dengbêjiyê derkevin. Ji ber ku dengbêjî li dijî hemû astengiyan heta vê rojê hatiye. Lê ji ber ku teknolojî bi pêşketiye êdî wek berê li dengbêjan nayê gûhdarîkirin. Heger wiha dewam bike, çanda dengbêjiyê wê hêdî hêdî tine bibe.”

‘Werin em dengê xwe bilind bikin’

Kurdê, di dawiya axaftina xwe de got, “Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî dengbêjiyê derkevin. Dengbêjî ji bo me gelekî girîng e. Eyşe Şan, Meryem Xan û gelek jinên din ên dengbêj jî li dijî hemû astengiyan serî rakir û dengê xwe bilind kir. Werin em jî wek Eyşe Şan û Meryem Xan dengê xwe bilind bikin. Gotineke Kurdan heye, dibêjin ‘şêr şêr e çi jine çi mêr e.’ Ji ber vê jî ez bang li jinan dikim, werin em bi dengbêjiyê êş û derdên xwe bînin ziman. Dengbêjî hebûna çanda me Kurdan e. Em nehêlin ku çanda me tine be.”