Şehîr, da zanîn ku şano lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyanek nûye. Şehîr, anî ziman ku şano ji bo Kurdan arşîva hunera Kurdane ku salan ser vê axê hatiye jiyan kirin û wiha got: “Mirovên şangoger pêwîst e li hemû cihan karibin kar û xebatên xwe yên şano bi cih bînin. Di salên 90’an de tevî ku zextên pir mezin li ser zimanê Kurdî hebûn jî şanoger û ciwanên Kurd li her deverê kar xwe yê şanoyê bi rê ve dibirin."
Dîroka Kurdan ji bo şanoyê arşîve
Derhêner Şehîr da diyar kirin ku di cihanê de hemû gelan bi zimanê xwe çand û hunera xwe pêş xistiye 200 sale ku gelan şano bi zimanê xwe lîstîne lê belê gelê Kurd ji ber ku welatê wan dagir kiribûn çand û hunera xwe bi zimanê xwe pêş nexistîne. Şehîr di berdewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “ Di dîroka Kurdan de her tişt bi devkî hatiye gotin berhemek nivîskî di destê me de tuneye weke arşîv lê belê em dikarin bejin kevne şopî û dengbêjên Kurd ji bo çand û hunera Kurdî arşîve”.
Şehîr bi birxist û got: “Di dîroka Kurdan de gelek bûyerên mezin rû dane, di tevgera azadiya gelê Kurd de jî gelek nirx û deskeftiyên mezin hatine bidest xistin yek ji van ji şanoya Kurdî, sînema, çîrok û romanên Kurdî û her wiha helbest û destanên Kurdî bûne berhemên herî mezin”.
Têkiliya dengbêjî û şanoyê
Şehir anî ziman ku di civaka Kurd de, mîtolojî yan jî çîrokên Kurdan bi taybet bi rêya dengbêjan, bi şêwazê çîrokî hatine gotin. Dema em behsa dengbêjiyê dikin mirov tenê di aliyê mezîkê dihizire; lê belê dema mirov li rastiya dengbêjan bigere dê bibîne ku di rastiyê de di dengbêjiyê de şanogerî heye. Ji bo şano çîrok pêwîst e. Ji bo ku ew çîrok were gotin jî divê mirovek bi lêv bike. Mirov dikare bêje, di karê dengbêjiyê de karê şanogeriyê heye. Çîrok û dengbêjên berê, ji bo şanoyê destanên nehatine nivisandin in. Di civaka Kurd de êş û zehmetiyên hatine kişandin bi rêya dengbêjiyê hatine ser ziman.
Şehîr di derbarê karê xwe yê şano yê de ji axivî û wiha got:"Min gelek şanoyan de cih girtiye û çîrokên gelek şanoyan ji nivîsandiye". Şehîr da zanîn xebatkarê komeleya Dîcle û Firatê ye li gelek bajar û navçeyan xebat kiriye. Şehîr bilêv kir ku wan di gelek zorî zehmetî di aliye cihê lîstinê û aliye teknîkê de kişandine lî rexmê hemû zorî û zehmetiyan wan kare xwe bi rêve biriye.
Şehîr di dawiya axaftina xwe de da diyar kirin ku dibin sêwana Dîcle û Firatê de perwerdeya şano ji bo ciwan, zarok kesên ku bi xwazin perwerde bigrin wan perwerde dikin.
OMER ÎKE/DÎHA/AMED