Zarokên Serhedê, rêûresma dengbêjiyê ya ku di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e, li meydan û kolanên bajarê Wanê jî didomînin.
Dengbêjî yek ji usûlên vegotin û veguhestina wêjeya devkî ya bi Kurdî, bûyerên dîrokî, serpêhatiyên bengiyan, mirinê, êşê, koçberiyê, şîn, evîn û bêrîkirinê ku tesîr li civakê kirine, bi kilaman vedibêje. Wan bûyer û hestan vediguhêze roja me ya îro. Ji ber vê, her kilama ku dengbêj dibêjin, çîrokeke xwe heye.
Li herêma Serhedê ku dengbêjî cihekî girîng digire, zarok jî bi van kilaman mezin dibin. Zarokên li kolanên Wanê kilaman dibêjin, bala mirovan dikişînin. Li Kolana Cumhuriyet, Kolana Çand û Kolana Îskeleyê, dengê zarokên ku kilaman dibêjin, tê bihîstin, ya rastî ew diqîrin Kurmanciyê. Bi înstrumanên ji satilan çêkirine jî, hinek ji wan muzîkeke xweş û bi xwe çêkirî, dibin mêvanê guhên bajarvaniyan.
JINNEWS / WAN