Koma hunerê ya di bin sîwana Komuna Taxa Sor a Dêrikê de hatiye avakirin ji bo parastina çand û folklora Kurdî şevbuhêrk û dîwanên çandî li dar dixe. Endamên komê ji şêniyên taxê pêk tên. 

Komuna Taxa Sor a bajarê Dêrikê komeke hunerî taybet ji bo stranên folklorî ava kir. Komuna Taxa Sor a Dêrikê ji bilî xebat û çalakiyên komînan ên gund û taxên bajaran ên xizmet û rêvebirinê, bi roleke mezin radibin di parastin, perwerde û tenduristiyê de jî, her wiha ji bo xebatên civakî, çandî û parastina folklora civakê û belavkirina wê di nava civakê de, Komuna Taxa Sor a bajarê Dêrikê, komeke hunerê ava kir. Kom wê di vê çarçoveyê de, şevbuhêrkan lidar dixe.

Ji şêniyên taxê pêk tê

Berî 4 mehan Komîna Taxa Sor a bajarê Dêrikê a Rojava biryar stand ku komeke stranên gelerî û foliklorî ya Kurd ava bike, ji ber ku hejmarek ji Endamên jin û zilam ên komînê stranên folklorî yên Kurdî digotin. Kom ji 6 Endamên ji şêniyên taxê pêk tê. Emdamên komînê diyar kirin ku armanca ji avakirina komê ew e ku folklora Kurd a kevnar bê nûjenkirin û li nav şêniyan bi şevbuhêrkên heftane li navenda komînê bên belavkirin.

Bi armaca rêxistinkirina xebatên komê û hilbijartina stranên folklorî, her wiha perwedeya li ser stranan, civîn hatin organizekirin. Endamên komê jî di şevbuhêrkan de cilên Kurdewarî li xwe dikin.

Bi şevbuhêrkan Stran, çîrok, dîrok…

Koma gelêrî li ser hînbûna şêwaza pêşkêşkirina stranan, şêweyê vegotina dîrok û çîroka stranê û wateya wê, perwerdeyê dibînin.

Koma Komuna Taxa Sor her hefteyekê li navenda komînê şevbuhêrka stranên gelêrî organîze dike. Endamên komînê dibêjin, çanda Kurdî wê di nava gel de belav bibe û ji wendabûnê bê parastin.

Endamên komînê gelek stranên gelêrî yên ku behsa dîroka beriya sed salan dikin, distirênin û çîrokên wan stranan jî dibêjin. Kom stranên wek ′De Rake′ a ku ji bûkan re tê gotin, strana ′Lo Şivano′ a ku çîroka evîndariya keçekê û şivên vedibêje, her wiha gelek stranên din jî wek ′Elo Dîno, Narînkê û Şûnkê′ dibêjin.


KAWA HEMO / ANHA / DÊRIK