BÎLAL GULDEM / MA / ÊLIH

”Jê re dibêjin ‘kewê ribat’ lê bes Şakiro ji kewribatbûnê jî wêde ye. Ti kes nikare wek Şakiro kilamên wî bibêje. Dengbêj Şakiro Pavarottiyê Kurdan e. Ku îro jî Şakiro sax bûya, wî dê dengbêjî rakira.”

Yek ji dengbêjên ciwan Dengbêj Cafer ku weke Şakiroyê Biçûk tê nasîn, got, wî ji ber tesîra dengê Şakiro xwe fêrî dengbêjiyê kiriye û wiha peyivî: “Mirov nikare saloxdana Şakiro bide. Ez dikarim bibêjim di warê dengbêjiyê de Dengbêj Şakiro Pavarottiyê Kurdan e.”

Di nava civaka Kurdan deew bûyerên li ser eşq, şer û mijarên din bi rêya dengbêjiyê, deng vedane. Her wiha dengbêjî ku beşek ji wêjeya devkî ye, ji bo wêjeya îro jî bûye bingeheke xurt. Hizreke wilo heye ku tenê kesên navsere û kal dengbêjiyê dikin. Lê belê, ciwan jî li çanda dengbêjiyê xwedî derdikevin û nahêlin ku tine bibe. Yek ji van dengbêjên ciwan jî Cafer Akarsû yanî Dengbêj Cafer e. Jixwe xelk wî wek Şakiroyê Biçûk jî nas dike.

Dengbêj Cafer herî zêde kilamên Şakiro dibêje û dema van kilaman dibêje jî dengekî camî di gewriya xwe de mîna Şakiro dixulxulîne.

Dengbêj Cafer, sala 1988’an, li gundekî navçeya Farqînê ya ser bi Amedê tê dinê. Bi salan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê karkeriya çandiniyê û înşaetê dike. Piştî bi 10 salan, bi malbatî vedigerin û li Êlihê bi cih dibin.

Dengbêj Cafer ê li Êlihê di bin banê Navenda Çanda Biharê de xebatên xwe dengbêjiyê dike, hem ji me re kilam gotin û hem jî behsa serpêhatiya dengbêjiya xwe kir.

Ji bandên Şakiro

Dengbêj Cafer got, di malbata wan de kesê dengbêj nînin û wiha peyivî: “Di malê de tenê bavê min li dengbêjan guhdarî dikir. Hemû bandên rehmetiyê Şakiro li ba bavê min hebûn. Her roj bi me dida guhdarîkirin. Her wiha bandên Dengbêj Reso û Zahiro û gelek dengbêjên din hebûn. Dema me li dengbêjan guhdarî dikir, dengê Şakiro bandoreke mezin li min kir. Piştî ku dengê Şakiro ji min re xweş hat, min jî biryar da ku ez kilaman bibêjim. Şakiro mamosteyê min e û teyb û bavê min jî meyla min dan ser dengbêjiyê.”

Ez li welêt vegerandim

Dengbêj Cafer da zanîn ku ev 15 sal in ew dengbêjiyê dike û got, “Dema em li rojavayê Tirkiyeyê dixebitîn, min dest bi dengbêjiyê kir. Dema em li nav zeviyan û înşaetan dixebitîn, her tim min kilam digotin. Lê her çiqas min li wir kilam jî digotin, xweziya min welêt bû. Piştî 10 salan xweziya min çû serî û em vegeriyan. Piştî ez hatim welêt, bi navbeynkariya hunermend Farqîn min di bin banê Navenda Çanda Dîcle-Firatê de dest bi dengbêjiyê kir. Yanî eşqa dengbêjiyê ez li welêt vegerandim.”

Axir ew di navê re bi me dide zanîn ku cara ewil wî kilama Evdila Begê gotiye.

 Pavorottiyê Kurdan 

Dengbêj Cafer ji bo Dengbêj Şakiro ku ji bo wî destana dengbêjiyê ye, got, “Li gorî ez ji Şakiro fêm dikim, mirov nikare saloxên wî bide. Yek ji dengbêjên herî xurt ê Kurdan e. Jê re dibêjin ‘kewê ribat’ lê bes Şakiro ji kewribatbûnê jî wêde ye. Ti kes nikare wek Şakiro kilamên wî bibêje. Ez dikarim bibêjim, di warê dengbêjiyê de Dengbêj Şakiro Pavarottiyê Kurdan e. Ku îro jî Şakiro sax bûya, wî dê dengbêjî rakira.”

Dengbêj Cafer diyar kir ku kilam û dengbêj êşa civaka Kurd vedibêjin û her ku ew li dengbêjiyê guhdarî dike jiyana wan a rabihurî û niha, dibîne û ew ê vê çanda dengbêjiyê dewam bike. Dengbêj Cafer got, welat ji bo çanda dengbêjiyê cihekî têr û tije ye.