SAFIYE ALAGAŞ / JINNEWS / STENBOL
Hunermendên tevlî pêşangeha wêneyan a ‘Ji bo jin bijîn’, bûn, diyar kir ku di berhemên xwe de wan wek jinên civakê ev rê daye ber xwe û got, ji bo bibin dengê jinan û piştevaniyê ew li “vir” in.
20 hunermendên jin bi hevkariya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) di pêşangeha ‘Ji bo jin bijîn’ de hatin cem hev. Di pêşangehê de 30 berheman cih girt û hemû li ser serpêhatiya wan jinan e yên ku şidet li wan bûye.
Hunermendên beşdarî pêşangehê bûn, berhemên xwe û serpêhatiyên wan vegotin. Hunermend Beyza Boynudelîk got, gelek hunermendan bersiv nedaye banga wan a ji bo pêşangehê û got, “Em gelek jin ji bo bibin dengê jinan ketin nava hewldanê. Ez li ser tecrûbeyên xwe hildiberînim. Ez di nava jiyanê de me. Ez wek jinekê ji bo li ser piyan bimînim, hewl didim. Ji bo kuştinên jinan rawestin, divê hayjêhebûn bê misogerkirin. Gelek bername tên çêkirin.”

Şideta li dijî jinekê li dijî min e jî
Arzu Arbak jî got, ew weke jinekê nikare xwe ji pirsgirêka şidetê dûr bihesibîne û xebata wê jî bi vê têgihiştinê derketiye holê. Arzuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez xwe bi wêneyan îfade dikim. Min di vî karî de jî xwe bi wêneyan vegot. Şideta li dijî jinekê li dijî min e jî. Ez her tim wisa hîs dikim. Zimanê tê bikaranîn şidet û zextê dide hîskirin. Çalakiyên bi vî rengî ji bo dengê jinan bê bihîstin gelekî girîng in. Ya herî girîng jî piştevanî ye.”
Pisrgirêka jinê tine ye ya mêr heye
Ayşecan Kurtay jî da xuyakirin ku bi berhemeke xwe ya kevn beşdarî pêşangehê bûye û got, jin li her warê jiyanê ye û di vê xebata xwe de jî wê ev yek daye nîşan. Ayşecanê ji bo pirsgirêkên bûne bela serê jinan jî got, “Pirsgirêka jinê tune ye, ya mêr heye.”
Endama Platfroma Em ê Kuştinên Jinan rawestînin, Ulviye Mumcuoglu li ser pêşangehê û mijara wê got, ji ber zêdebûna îstîsmar, tacîz û tecawizê, ew neçar mane ku vê pêşangehê çêkin û bi îhtîmam îşaret bi wê yekê kir ku ew dixwazin ji vê bêdengiyê re bibin deng.