DAWID YEŞÎLMEN


Di van salên dawî de her ku diçe, sînemaya Kurdî bi rengên xwe yên cihê, rû dide sînemaya cihanê. Lê mixabin her û her alegoriyên neteweyî, raz û sembol, gotin û rûdan her û her li ber heman deriyî disekinin. Nîşandana bindestiya Kurdan bi awayekî beloq, nîşandana sînor û parçekirina Kurdistanê, sirgûniya bi hevokan lê ne bi raman û derûniyê, lê xav, ji wêjeya Kurdî ne xavtir be jî, destûbirayê wêjeyê ye. Di vê nivîsê de, ez ê hewl bidim du kurtefilmên Kurdî yên bi navê Phone Story (2009) (Çîroka Telefonê, 16 dk.) û Dengê Camê (2013, 19 dk.), bi awayekî muqayeseyî analîz bikim. Lê herweha li ser çend hêmayên ku me li jor behsa wan kirî, weke sirgûn, bindestî û zayenda civakî, çend şîroveyan bikim.   

Herçiqasî sînemaya Kurdî hîn jî ji nîşandana çend mijaran nebihurîbe jî, dîsa hêdî hêdî dengekî xweser derdixe, şahidiya bîra civakî derdixe pêş ku heta roja me jî hîn înkar dibe. Yek ji van mijaran jî, jiyana Kurdan ya penaberiyê ye. Penaberî û civaka diyasporayê ya Kurdan, bûye mijara gelek filman. Di van filman de, her dixwazin rengekî trajîk yê jiyana Kurdan derbixin ser dikê. Geh bi metaforên beloq, geh bi stranan, geh bi çend gotinên sloganî û pirraniya caran jî ne ferdî, bi rengekî alegorîk yê neteweyî weke ku ew ferd tevahiya civakê temsîl dike. 


Du film, yek tarî û yek zelalher du li alegoriyan aliqî

Her du filmên ku mijara vê xebatê ne, herçiqasî di warê derûniya ferdî de xwedî çîrokên xweser û ferdî bin jî, di hinek waran de xwe ji nav sînorên alegoriyên neteweyî jî xilas nakin. Filma Dengê Camê, berê objektîfa xwe dide jineke Kurd a li Stenbolê dijî û jiyana wê di nav bêdengî, nexweşî û tenêtiyê de derbas dibe, xwedî rengekî trawmatîk e. Kes ji wê fêm nake. Ne mêrê wê, ne bijîşk. Jixwe, bi Tirkî nizane. Film ji serî ve xwedî atmosfereke tarî ye. Hem ji aliyê rengan ve, hem ji aliyê çîrok û karakteran ve. Filma Phone Story, hinekî cudatir e. Xortekî ku xwediyê dikana telefonkirinê û hem bi serê xwe dijî hem jî di nav diyasporaya Kurdan de asê maye, û jineke Kurd a ku tê dikanê, bi telephonê çîroka xwe ji malbata xwe re dibêje û xwediyê dikanê jî bi dizî li axaftina wê guhdarî dike. Li gorî filma din, ev hinekî rengîntir, bi ahengtir e. Lê gelek xalên wan yên hevpar hene. Her du film, diyasporaya Kurdan ji xwe re kirine mijar û di nav vê diyasporayê de jî li ser çîroka du jinan sekinîne. Êş û trawmayên jinanî û polîtîk li nav hev xistine. Lê, li gorî tevna çîrokê, Dengê Camê gelekî razber e, gelek xalên ne zelal û bi pirs di serê temaşevanan de dihêle, lê Phone Story, hîn zelaltir e bi tevna xwe. 



Ziman Kurdî ye û yê bindestan e

Zimanê her du filman Kurdî ye. Di Dengê Camê de bijîşk bi Tirkî diaxive û di fîlma Phone Story de jî xwediya dikanê ku her meh tê û kirêya xwe dixwaze jî bi Fransî diaxive. Kurd û Kurdî zimanê çîna jêr e. Zimanên din jî yên serdestan e. Li gel vê rastiya nasnameya Kurdî, ji bo derbirîna derûniya karakteran, Kurdî xalek e ku çîrokê bi goşt û cil dike, bi gewde dike. Herweha ev avantajeke mezin e ji bo transferkirina bîra civakî ya Kurdan û nihêrîneke dekolonyal e. Herçiqasî Kurdiya fîlma Phone Story, ji zimanê rojane derbasî zimanekî ji hêla gramatîkê ve tekûz bûbe jî, rengê vê berxwedana zimanî xira nake.    

Heger ez vegerime ser hêmayên sirgûnê, pêşî dixwazim ji mekanê filman destpê bikim. Ji ber ku her du film jî bi mekanên xwe ve gelekî girêdayî ne. Mekan çîrokê temam dikin. Di Phone Story de, mekan Belçîka ye lê bajar nayê naskirin ji agahiyên di filmê de. Lê di Dengê Camê de mekan Stenbol e. Lê helbet em nikarin tenê behsa bajêr bikin û meseleya mekanê bi dawî bikin. Ji hêla mekanê mîkro ve, Phone Story, di pirraniya filmê de di dikaneke telefonkirinê de derbas dibe. Yek ji mekanê sereke ye ku biyanî tên û tê de bi mirovên xwe yên li welêt re diaxivin. Xwediyê dikanê yekî Kurd e. Ev mekan yek ji sembolên sirgûnê ye. Biyanî tên û li wir paceyekê ji welatê xwe ji xwe re vedikin. Bi malbat û hezkiriyên xwe re dipeyivin.


Dengê Camê tarî û bêdeng e

Di Dengê Camê de mekan xaniyekî jêrzemînê ye. Tarîtî û bêdengî heye. Derî û pace girtî ne, kesên ku diaxivin jî nayêne fêmkirin. Jina cîran, zarokên li derve… Gulîzer bi Tirkî nizane, a îzolekirî ye, li cihaneke din dijî. Mekanê duyemîn jî nexweşxane ye, lê ew der jî heman rewş e. Dîwarek di navbera wê û bijîşkan de heye. Rengên tarî û sar hatine bikaranîn.

Kulubeyên telefonan di her du filman de jî cîh digirin. Zozan, tenê dikare derdê xwe bi rêya telefonê, ji diya xwe re bibêje û jixwe têkiliyeke wê ya pasîf bi Memo re çêdibe. Bê destûra wê, Memo li axaftinên wê guhdarî dike û bi vî awayî hem ew, hem jî em, li çîroka sirgûnî û bêçaretiya wê guhdarî dikin. Lê Gulîzar biqasî wê ne bi qewet e. Di telefonan de hema digirî û nikare biaxive. Karaktereke têkçûyî ye.



Du jin, du sirgûn di navbera xurt û lawaz de

Diyar e ku Zozan sirgûneke polîtîk e. Direve û ji xwe re li hêviyekê digere. Ew jî ew e ku bi yekî re bizewice û mafê rûniştinê bi dest bixe. Lê nikare, zilamên ku wan nas dike, xwedî dîtineke din in. Lê Gûlîzer sirgûneke hundirîn an derûnî ye. Diyar e ku şokeke mezin di ser re bihuriye. Ji ber ku hertim digirî. Rengekî depresîf û trawmatîk lê heye. Nikarin xwe ji jiyana berê dûr bixin. Zozan hertim derdê xwe ji diya xwe re dibêje. Ji wan axaftinan, agahiyên balkêş yên li ser zayenda jinê jî dide li ser qê yekê, bê ka diyasporaya Kurdan çawa li jinê dinihêre. Girî û nexweşiya Gulîzar jixwe îsbat û têkiliya bi paşerojê re ye. Dîwarek di navbera wê û hertiştî de heye. Tenê carekê Gulîzar li tiştekî bi baldarî dimeyzêne di film de, çavê xwe bi wir ve dike, matmayî dimîne. Ew jî gava televizyon miriyê Ceylan Onkol û dayîkên Kurd nîşan dide, matmayî dimîne û dîsa digirî. Gelo têkiliya wê û van dîmenan heye, pirseke bê bersive. Xwedî bîreke şikestî û qelişî ye.


Zincîra qetiyayî ya dengan

Xaleke din a giring e di filman de deng in. Dengên ku ji derve têne Gulîzar, dengê baranê, pisîkan, zarokan, cîranan, textoran û qîza wê, tev bê wate ne ji bo wê. Ti têkilîya bi dengan re çênabe. Li ser dîwanekê rûdine. Ew dîwan têkiliya wê û dinyayê ye. Ya Zozan hinekî cudatir e. Strana Ciwan Haco, Yadê li pêş e. Hem gotinên stranê hem jî wateya wê ya ji Zozan, rengekî nostaljîk dide çîrokê.  Wekî din dengê diya wê ku dûriyê tîne bîra wê, hêmayên sereke yên sirgûniyê ne. 

Di Dengê Camê de du mêr hene. Mustafa û textor. Herdu jî dixwazin alîkariyê bi Gulîzar re bikin, lê têkiliya wê bi wan re qutbûyî ye. Ne diyar e bê ka Mustafa çî wê ye. Her du mêr ji wê ti carî fêm nakin. Meselê weke meseleyeke tibî dinirxînin. Vê yekê bi eşkereyî nîşan didin di filmê de.  Zozan ji ber rewşa xwe ye penaberiyê, dixwaze bi mêrekî re bizewice, da ku bê qebûlkirin. Lê mêrên ku ew wan dibîne, naecibîne. Li gorî bawerî û zanîna wê nebaş in. Jineke entelektuel û polîtîk temsîl dike. Herçiqasî Memo jê hez dike û bi awayekî romantîk jî dixwiye û dixwaze vê nîşanî wê bide jî vê nabe serî.


Serdestiya ferzker a li sirgûniyê

Filma Phone Story, ji hêla civakî ve gelek agahiyên balkêş yên diyasporaya Kurdan jî dide me. Kevneperestiya mêrane, simbêljêkirina Memo û henekpêkirina mêran ya li qehwexanê, axaftina xelet ya bi Fransî ku di ciyê navê xwediya dikanê Madame van de Poel bi xeletî weke Madame van de Put (fahîşe) bi nav dike. Ev jinik simbêlên wî, kincên wî, muzîka wî rexne dike. Dibêje, heger tu bixwazî bibî Belçîkiyek, dive tu hay ji cil û bergê xwe hebî û li muzîkên xemgîn guhdarî nekî (Behsa strana Ciwan Haco, Yadê dike). Dibêje, ez ê siba albuma Grand Jacques, yê ku dizane bê ka çawa gotinên evînî bibêje, bînim ji te re. Diyar e, çavê xwe berdaye Memo. Ez çima vê dibêjim, ji ber ku Madame van de Poel temsîla serdestiya li diyasporayê dike û rûyê serdestiya kapîtalîst nîşan dide. Divê hertişt li gorî wê be, divê tu bi ya wê bikî, divê tu ji muzîka wê hez bikî, kincên li gorî dilê wê li xwe bikî. Naxwe, ji te hez nake û tenê çaxê Memo kirêya xwe dide, kêfxweş dibe.

Di dawiya her du filman de jî Gulîzar û Zozan winda dibin. Gulîzar dikeve rêyekê û em bes wê dibînin û film diqede. Zozan jî her ku di axaftina dawî de ji diya xwe re dibêje, ez ê sibe li te bigerim jî bes tê wir û di nav sînorê çîrokê de ew jî winda dibe. Temaşevan dikarin vê jî weke temsîla qedera Kurdan, bêcihûwarî û bêxwedîtiya wan bibînin. Ji ber ku weke encama sirgûniyê her du karakter jî rêyekê ji xwe re nabînin û têk diçin.