Radyoya Dengê Çira Şengal, destpêkê li ser pêla 93.8 FM weşana xwe dikir. Lê piştî ku hinek pirsgirêk derketin, neçar ma pêlên weşana xwe biguherîne. Ew niha weşana xwe li ser ser pêla FM 101.0 dike.
Çi dibe bila bibe
Endama rêveberiya Radyoya Dengê Çira Şengal, Nesrîn Xidir sedemên guhertina pêla radyoyê wiha vegotin: “Li bajarê Dihokê li ser heman pêla me ya 93.8 radyoyeke nû ya olî hatiye vekirin, ji ber wê jî weşan li me vedigeriya, cîhazê weşanê germ dibû. Lê em nikarin bibêjin bi qestî ye.”Xidir destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê weşana xwe bidomînin û got: “Rexmî hemû astengî, bê derfetî, zextên ser xebatkarên me jî, em ê bibin dengê rast yê Şengalê û em ê bibin dengê êşa Êzîdxanê. Her wextî rastiya Şengalê em ê bînin ziman.”
Di konteynirek 4 metreyî de ye
Xidir astengiyên li pêşiya radyoyê jî wiha anîn ziman: “Radyo, cihê weşanê û cîhazên weşanê û cihê me yê xewê hemû di konteynireke 4 metreyî de ne. Ji ber ku cih teng e, cîhazên weşanê germ dibin, weşan carinan disekine. Bi jeneratoreke biçûk em weşanê dikin, ev jî dibe sedem ku em weşana xwe heya şevê nekaribin bidimonînin. Her wiha teknîka me zêde nîne, lê dîsa jî em weşanê dikin, hîna jî teknîka me kêm e. Ger jeneratoreke din em bînin, em ê weşana xwe zêde bikin.”Radyoya Dengê Çira Şengal her roj serê sibê seat 7’an heya 8’ê êvarê weşanê dike.
ROJNEWS/ŞENGAL