Dîrok jî şahid e; ku feraseta dewleta Tirk hên jî ji Kurdê azad re girtî ye, xwedîîradebûna wan qebûl nake, rûmet û serbilindiyê layiqî wan nabîne. Her tekîlliyên xwe yên bi rêber, nûner, hunermend û şexsiyettên Kurdan re jî bi feraseta bêrûmetkirin, bêîradehiştin, xurûrşkestin û bi dijminkirina hevdu re pêk tîne.
Li beramberê vê yekê eger îro dewlet û hikûmeta Tirk bi Rêberê Xelkê Kurd Abdullah Ocalan re muzakereyan dike, Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Amedê pêşwazî dike û navê welatê Kurdan ‘Kurdistanê‘ li ber çavên cîhanê bi dengê daholan tîne zimên; ev destketina Kurdan giştan a bi bedelên giran ên bi xwîn, êş, jan û bi hezaran şehîdên Kurdistanê pêk hatiye ye; ne dilxwaziya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi xwe ye!..
Helbet Kurd him li Rojhilata Navîn him jî li seranserê cîhanê wê têkîliyên xwe bi her dewlet û aktorên siyasî re çê bikin. Sewa çareserkirina pirsa Kurd, ji bo aştî û aramiyê têkîlîdayîn lazim e. Eger polîtîkayên Kurdan gorî menfeata xelkê, pêşxistina yekîtiyê, parastina destketiyan be, helbet bi mane ye; lê eger wer nebe, wê çaxê di ava şêlî ya serdestan de ajnekirin e!
Dawiya hefteye çûyî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Serokwezîrê Tirk Recep T.Erdogan li Amedê tevlî çend merasîman bû, dahol hatin lêxistin û bi badana ala Tirk bi Kurdî hat strandin.
Erdogan bahsa ‚‘daketina yên li serê çiyê û valakirina zindanan‘ kir, cara yekê navê ‘Kurdistan‘ bilêv kir; lê roja din li Bîsmilê dîsa ‘yek milet, yek al.. û yek’ên xwe yên din dûbare kir.
Birêz Barzanî jî hên rojek beriya hatina Amedê, ewqas bedel, xwîn û qehremaniya Kurdên Rojava ji nedîtivê hat û nezaketa xwe ya ‘serokatiya Kurdistanê‘ gişt bi hev re verişî: “Şoreşa çi? Li Rojava herêmên ku rejîma Suriyeyê berdaye, PYD’ê dagirtiye. Tu şoreşek li meydanê tune ye! PYD hevkarê rejîma Suriyeyê ye!..“
Heman Barzanî roja din li Amedê, vê carê jî ewqas bedel, êş, xwîn û qehremaniya Kurdên Bakurî ji nedîtinê ve hat û wekî ku wî bi xwe têkoşîn li Bakur aniye vê merheleyê bahsa biratiya Tirk û Kurdan û azadiyê kir.
Paşê jî bi hev re rûniştin û biryarên ‘dîrokî‘ standin! Ajansên nûçeyan ên Tirk ev qerarên ku hatin standin bi hev re wek nûçeya lezgîn aşkere kirin: Pêvajoya aştiyê wê were destekkirin, du deriyên nû li ser sînor wê werin vekirin, petrolê Başur wê di demeke kurt de biherike Tirkiyeyê… û qerara herî dîrokî ya ku bala herkesî kişand; Dewleta Tirk û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li Rojava li hember hewldanên PYD’ê wê bi hev re tevbigerin û nahêlin ku PYD xweseriyê îlan bike!.. Dîrok bû şahidê vê yekê jî…
Berê bi înkar û tunekirinê Kurd ji mafên xwe bêpar dihatin hiştin, îro bi naskirina sembol, nav û zimanê wan heman polîtîkayên bêîradehiştinê tên dewamkirin. Mirov gotin û kirinên Erdogan fam dike, lê yên Barzanî dilan diêşîne. Divê neyê ji bîrkirin ku birakûjî ne tenê însan kuştin e, bi hevkariya serdestan re hêvîkuştin jî qasî wê xelkan diêşîne…
Şoreşa Rojava li her çar parçeyên welêt hêviya Kurdan a azadiyê zeximtir kir û destê Kurdan li qadê navneteweyî biquwettir kir. Û li wir him Erdogan him jî Barzanî aktorên wenda kirî ne. Şova dawiya hefteya çûyî ya li Amedê hewldana veşartina vê binkeftinê bû. Dengê daholên li Amedê çiqas bi hengame be jî, nikanî qêrîna şoreşa Rojava û hêviya azadiyê ya Kurdan giştan bidewisîne. Yanî wekî ku Tirk dibêjin; ê ku hesp bi destxistî êdî ji Ûskûdarê re derbas bûye!..
Dengê dahola li Amedê
Ez dixwazim gotina dawiyê di serî de bêjim; heta ku dewleta Tirk hebûn,maf û îradeya Kurdan qebûl neke, organîzasyon û kesayetên ku Kurd wan wek îrade û nûner qebûl dikin, muxatab negire, Kurdistaneke jî îlan bike, ew nê wê maneyê ku mesele tê çareserkirin û Kurd wê azad bibin. Însan û civakên bêîrade azad nabin!