Di dîroka şoreş a dunyayê de hin bûyer hene ku, bi taybetmendiyên xwe ve tên nasîn, bi yatbetmendiyên xwe ve mohra xwe didin li ser rûpela dîrokê û dîrok dinexişînin. Bi vî hawî dibin pîvan û di rêzika zanyariyê de jî ciheke bêhempa digirin ji xwe re. Ev jî bi marîfeta rêbertiyê pêk tê... Çi ku rêbertî, ne tenê revêbertîkirin e, ji rêzê wêdetir pîvandayîn û tevgerîn e jî di heman demê de...
Tevgera Azadiya Kurd jî, di dîroka mirovahiyê de roleke bi vî rengî dileyîze. Ev bi tevahî, rêbertiyeke nû ye. Hin nêrîn û tevgerên ku datîne ber însanetiyê, ewilî wek tiştên ecêb dixuyên, lê tu dinêrî çendek şunde ew nêrîn û tevgerîn pîvanên xwe ava dikin û ji bo dîrok û mirovahiyê rêyeke nû vedikin, dibin rêyeke nû... Îja ev di rewş û mercên deshhilatdariya qapîtalîzmê de tevlêbûna hilbijartinan jî tiştekî qisa ye. Tevgerê Kurd, bi dileke rehet û bicesaret, ji salên 1990'iyan bigirin heta niha ev yek wek pîvaneke şoreşê daye pêş xwe û dişuxulîne. Heta niha jî li ser vê pîvane meşa xwe berdewam e û roj bi roj jî ev meşa xwe xurt dike.
Bi vê mijarê ve girêdayî asta ku hatiye dest jî, ne biçûk e. Ji destpêk vir ve him di qada leşkeriyê de şereke dijwar dimeşe, him jî di qada legaliteyê de bi qanûna ku desthilatdariya Tirkiyê di şert û mercê derbeya leşkeriyê de çêkiriye, li ser wê xetê tekoşîneke yasayî heye. Ew desthikatdarî ku ji Kurd re dijmin, ji şoreşê re dijmin e... Ango mercên tekoşînê bi têra xwe zor e. Lê şêweya Tevger'ê bi tu awayî nesekiniye heta niha. Em tekoşîn dibêjin lê, ew tekoşîn jî di bin öercên dijwar de temam bi quweta îradeyê, temam li ser pîvanên dildariyê pêşveçûyîna xwe didomîne.
Bi vî hawî em hatine îro... Lê îro, ji bo pêşveçûyîna şoreşê, ji bo azadiya gelan, ji bo demokrasiya bêdemî, ji bo tendurustiya hevjiyan a civakan, ji bo rojên bironak, ji bo mizginiya wekheviya ol û zimanan peywirên cûrbecûr hene li ser stûyên me. Ev peywir jî, tenê bi rêzikê dildariyê ve cîhbicîh dibe. Xêynî “dil” tu amûrek, tu rêyek, tu nîşaneyek, tu rêberek nîne ku me bigihîne serkeftinê.
Îro divê em bi rê ya dilê xwe ve dengê xwe wisa bikarbînin ku, bila ne desthilatdarî, gel pê şabin. Îro divê em bi rê ya dilê xwe ve dengê xwe wisa bikarbînin ku, hemû ol û bawerî li ser kevneşopî û li ser zanyarî ya xwe bi rehetî nêrîn û baweriya xwe bînin ziman û pîvanê olên xwe bijîn... Îro divê em bi rê ya dilê xwe ve dengê xwe wisa bikarbînin ku, bila giyana şoreşgerên ku ji bo me, ji bo neslên pêşerojê, ji bo jiyana me û jiyana pêş me bûne cangoriya şoreşê, li gora xwe rehet razên. Îro divê em bi rê ya dilê xwe ve dengê xwe wisa bikarbînin ku, bila dengê we “dengê dilê” be.