Qalemere di zivistana sala 1925'ê de li gundê Kulîce bi ser bajêrê Bokanê ve hat dinyayê.

Qalemere di destpêka zarokatiya xwe de bi jidestdana dê û babên xwe sêvî ma û ji bo debara jiyana xwe bike karê şivantiyê dike. Di 11 saliya xwe de dest bi lêxistina bilûrê kir û ji wê rojê şûn de bo demekê jî bilûra xwe ya hesinî û rengzer ji xwe dûr nexist. Bilûra wî jere bû heval û li deşt, çiyan û li naveçeyê de dengê bilûra wî veda.


Çîroka bilûra Qalemere

Di xortaniya xwe de Qalemere birêve diçe û bilûrekê di dest pîremêrekî de dibîne. Jê re dibêje ku ew wê li himber wergirtina bilûra wî miyeke qelew bidiyê de, ew pîremêr razî dibe û bilûrê dide Qalemere û miya xwe jî dibe.

Dîroka wê bilûrê zêdeyî 150 salî bû, li gor wesiyeta Qalemere jî, piştî mirina wî ew bilûr bo muzexaneyeke Herêma Kurdistanê tê veguhestin, da ku wek mîrateke kultûrî û hunerî ya Kurdî were parastin.


Malbatake bilûrvan

Bav û birayên Qalemere jî bilûrvan bûn, lê tu kesî wek wî nedizanî dengê bilûre derxîne, lewma tu carî bilûra wî jê dûrnediket û li her cihekî ku bixweste dengê bilûra xwe bilind dikir. Jiyana Qalemere, wek jiyana piraniya hunermendên Kurd, gelek dijwar bû, her ji zarokatiya xwe hejar bû û hejar jî koça dawî kir.


Xelata bilûrvanî gîrt

Di sala 1993’yan de, xelata baştirîn û teknîktirîn bilûrvan li Almanya pêşkêşî Qalemere hat kirin.  Lê belê ji ber rewşa aborî ya xirab nikarîbû serdana Almanyayê bike û xelata xwe werbigire.  Bilûrvanê Kurd Qalemare di 84 salî di 21’ê Gulana 2009’ande bi hejarî xatirê xwe ji dinyayê xwest û bilûra xwe jî wek dîrokekê li ser hejarî û şiyana xwe pêşkêşî Kurdistanê kir. 


 BOKAN