ALİ GULER

 

67’emîn Festîvala Navneteweyî a Berlin pêr bi fîlmê derhênêrê Frensî Etinne Coman ê bi navê “Django” destpêkir. Fîlm behsa jiyana muzîsyenê Romen ê navdar Django Reinhardt dike.

Bi rastî jî dema wextê vekirina festîvala Berlinale hat, her kes di nava meraqek mezin de bû. Yek aliyê jiyana Django Reinhardt bû yê din jî çêker û senarîstê xwedî gelek serpêhatî û navdar Etinne Coman ku cara yekemîn xwe dida pişt kamere û li ser kursiyê derhênêriyê rûdinişt. Ev ji bo her kesi ‘gelo fîlmek çawa derketiye holê’ bibû meraqek.

Filment li ser şerê cîhanê duyemîn 

“Django” ne tenê fîlmê vekirina Berlinalê yê her wiha ji bo xelata “Hirça Zêrîn” jî di nava 18 fîlmê din ê pêşbirkê de jî cihê xwe digire. 

Ji xwe her sal bûye wek çand û adet ku di Berlinale de fîlmek an jî du fîlmên mijara wan li ser şerê cîhanê duyemîn û faşîzma Naziyan be, tên nîşandan. “Alone in Berlin”,”Kalpazan” fîlmê van salên dawî bûn li ser vê mijarê hatin nîşandan. Lê bi rastî mirov dema her fîlmek bi vî rengî temaşe dike zerer û xirabiya rejîma Naziya bêtir his dike. Ev 50 sal e fîlm, roman, berhemên hunerî tên çêkirin û dibe ku di van deh salên li pêşiya me de jî hilberîna li ser vê mijarê bidome. 

Fîlmê, “Django” jî behsa vê mijarê dike.  Heyanî niha jiyana muzîsyenê cazê yê navdar Romen Django Reinhardt bûbû mijara gelek belgefîlm û berhemên hunerî. Niha jî derhênêr û senarîstê Frensî Etinne Coman, bi fîlmek metraj dirêj ku xwedî budçeyek mezin e, ev mijar aniye ser perdeya spî.

 Qedexekirina cazê

Fîlm, li peytexta Fransa Parîs û Ewrûpa behsa sala 1943´yê dike. Salên dijwar û zehmet, jiyana di bin dojeha faşîzma rejîma Naziyan de derbas dibe. Piştî artêşa Hîtler Parisê dagir dike jiyana gelek kesan dikeve talûkê. Jiyan li gelek der û dora teng dibe. Li kolanên Parîsê jiyan dibin wek dojehê. Muzîsyena ji vê yekê para xwe digirin. Di nav van kesan de yek jî muzîsyenê cazê Jean Baptiste Django Reinhardt e. Ew ji Belçîka ye lê bi eslê xwe romen e û di wê demê de li seranserî cîhanê navdar e. Film, li ser jiyana Django radiweste. Her çiqas fîlm di gelek cihan de qels be û mijara rexnekirinê be jî bi giştî serkeftî ye. Piştî hatina artêşa Hitler a Paris ê muzika cazê tê qedexekirin. Subayên Naziya dixwazin Django bişînin Berlinê ku ew li wir konserekê bide. Lê dilê wî ne li ser vê yekê ye. Ji ber ku ew Berlînê wek malzaroka Naziyan dibîne. Lê neçar e ku ji Parîsê jî der biçe. Di nava du duliya rev û mayinê de di mîne. Ji xwe fîlm jî li ser vê dudiliyê disekine. Evîndarê milyonan, hunermendê muzîka cazê Reinhardt êdî li hemberî talûka şandina kampên Naziyan re rû bi rû dimîne.

Ew jî bi hevjina xwe a bihalekî Naguine û pîirejina dayika xwe Negros re berê xwe dide Swîsre. Reinhardt bi komek romenan re li ber gola Cenevre yê bi cîh dibe. Django Reinhardt li vir jî ji Naziya xilas nabe. Ev der jî tê dagirkirin û li ser Reinhardt û koma romenen din zilm ber dewam dike. Kon û waren wan tê şewitandin, komkujî dest pê dike. Django neçar dibe ku bireve. Berê xwe  dide çiyayê Alpê. Rêwîtiyek bi tirs û zehmet dest pê dike. Lê dema Django di nava rêwîtaya revê de ye, dawî li rejîma faşîst a Naziya tê.

 Fîlmek muzikal e

Film ne bi giştî behsa jiyana muzîsyen dike. Tenê behsa jiyana wî di navbera salên 1943 û 1945´an de dike. Fîlm gelek trajedîk û dramatîk e. Bi azadî û bêçaretiyê re rû bi rû dimîne. Lê di aliyê din de jî teslim nabe bi dengê gîtarê li hember rejîma faşîzmê. Fîlm ne tenê dram e. Her wiha filmek muzîkal e. Fîlm 117 deqîqe didome û di hewa konserekê de derbas dibe. Konserek cazê, di vî warî de ji gelek serkeftî ye. Ji xwe ji bo fîlm koma muzîkê ya cazê Rosenberg Trio muzîkên berê ji nû ve çêkirine. Ev jî bi xwe re serkeftinek tîne. Fîlm di aliyê muzîkalê de dişibe fîlmek din ê fransî, “La Möme” yê. Ev fîlm jî behsa jiyana hunermenda navdar a Fransî Edith Piaf dikir. Dema mîrov fîlmê temaşe dike xwe di konserekê de hîs dike.

Dawiya fîlm

Fîlm dîsa bi konserek dawî dibe. Yek jî ji besteyên Django Reinhardt ê ku ji bo bîranîna Romenên di dema faşîzma Naziyan de hatine qetilkirin ku dûre ev yek derketiye holê. Perdeya filmê jî bi nîşandana hezaran wêneyên reş û spî ê zarok, jin û zilamên Romenên ku di dema Naziyan de hatine xetilkirin tê, girtin. Fîlm di aliyê lîstikvaniyê de jî serkeftî ye. Rola Django Reinhardt aktorê Fransî Reda Kateb dilîze ku eslê bavê wî Cazayîrî ye. Kateb bi performansa xwe ya lîstikvaniyê de ji niha ve ber endamek xurt ê lîstikvanê herî baş xuya dike.