
Sekreteriya Medyayê ya Denmarkê ji ber doza Roj TV, 2 meh cezayê weşanê da kanalên Nûçe TV, MMC û METV (Mezopotamya TV) yên ku girêdayî Mezopotamia Broadcasting in. Desteyê ji bo Roj TV´yê jî diyar kir ku tu delîlên ku dibêjin Roj TV di weşana xwe de tundiyê teşwîq dike nehatine dîtin. Rêveberiya Mesopotamia Broadcast der barê cezayê girtinê de daxuyanî da û diyar kir ku ev biryar ji ber zextên siyasî hatiye danîn.
Desteya Radyo û Televîzyonan a Denmarkê lêkolînên xwe yên der barê saziyên weşanê ya ku di Çileya 2012´an de li hemberî saziyên girêdayî Mezopotamia Broadcasting dabû destpêkirin bi dawî kir. Desteyê di daxuyaniya xwe ya doh de, biryar da ku weşanên kanalên Roj TV, Nûçe TV, MMC û Mezopotamya TV yên girêdayî vê şîrketê ji bo du mehan rawestîne. Hate diyarkirin ku Desteya Radyo û TV ya Denmarkê bi hincetên “berpirsyariya xwe ya tomarkirin û veşartina bernameyên xwe bi cih neaniye” û “ nehiştine çavdêriya desteyê berpirsyariya xwe bi cih bîne” biryar girtiye ku weşan ji bo 2 mehan were rawestandin.
Îdayên şîdetê derew derket
Tevî ku yek ji sedema vekirina doza li dijî Roj TV îdayên teşwîqkirina şîdetê bû, Desteya Radyo û Televîzyonan a Denmarkê ev îdîa derew derxistin. Desteyê di daxuyaniya ku da de, ragihand ku wana li ser dîmenên Roj TV lêkolîn kirine, lê belê tu delîlên ku piştrast dikin ku şîdet û sucê nefretê teşwîq dikin nehatine dîtin.
Piştî dadgeha Denmarkî der barê doza Roj TV de biryar da, Desteya Radyo û Televîzyonê ya Denmarkê der barê saziyê weşanê yên girêdayî şîrketê de lêkolîn da destpêkirin. Desteyê kopiya hemû weşanên saziyan ên ji 28´ê Cotmeha 2011 û heta 26´ê Çileya 2012´an xwest. Desteyê da zanîn ku şîrketê tenê beşek a kopiya van weşanan dane. Desteya Radyo û Televîzyonê diyar kir ku şîrketê vê berpirsyartiya xwe bi cih neaniye, ji ber wê jî cezayê 2 meh rawestandina weşanê li saziyên weşanê yên saziyê hatine birîn.
Bi vî awayî wê weşanên kanalên Nûçe TV, MMC, Roj TV û METV yên girêdayî şîrketa Mesopotamia Broadcasting ji 3´yê Cotmeha 2012´an, saet 24.00 ve ji bo du mehan bên rawestandin.
´Sedem zextên siyasî ne´
Rêveberiya Mesopotamia Broadcast ya ROJ TV, Nûçe TV, MMC û Mezopotamya TV girêdayî wê ne der barê cezayê girtinê yê Desteya Radyo û Televîzyonê ya Denmarkê daye daxuyanî da. Rêveberiya şîrkeya Mesopotamia bal kişand ku di weşanê wan de ti delîlên piştras dikin ku teşwîkkirina şîdetê nehatiye dîtin. Şîrketê destnîşan kir ku cezayê li dijî weşanan bê wate ye û ji ber zextên siyasî hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de weha hate gotin: “Her çendî tu saziyên medyayê yên girêdayî şîrketê tu suc nekirine, lê tenê “kêmasiyek” a karûbar kirine hincet û cezayek ewqas dirêj a rawestandina weşanê dane. Em vê yekê bê wate dibmînin û bi taybet didin diyarkirin ku ev biryar ji ber zextên siyasî yên li ser Desteyê hatiye dayîn. Her wiha; hemû bername û meteralyalên ku Sekreteriya Medyayê xwestine, di arşîva me ya bernameyan de hene û kopiyên wan amade ne.”
Weşan wê dîsa dewam bike
Rêveberiya Mezopotamia Broadcast dest nîşankir ku piştî vê biryarê Sefareta Tirk a Kopenhagê jî ji ber li benda girtina bi giştî a weşanê bû û daxwazên wê bi cîh nehatine nerazîbûneke tund nîşan daye û got: "Ev nerazîbûna ku dewleta Tirk nîşan da, diyar dike ku tiştên aliyê Tirkan hêvî dikir pêk nehatine. Ew her tim biryarê didin ku bê çapemenî çi binivîse. Vê yekê jî weke “azadiya çapemeniyê” dibînin. Hemû endamên çapemeniyên yên li derveyê pîvanên fermî yên Tirkiyeyê tevdigerin, di girtîgehan de ne.
Şîrketa Mesopotamia Broadcast wê li gorî vê biryara Desteya Denmarkê tevbigere û sererastkirinên pêwîst bike. Weşana me wê ji 3’ê cotmehê ve saet di 24.00 de ji bo du mehan raweste. Piştî du mehan wê ji cihê lê mane berdewam bikin.”
ANF/KOPENHAG