KCDK-E daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir têkoşîna dijî dîktatoriya Erdogan, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, têkoşîna dijî polîtîkaya îmha û înkarê ya dewletê peywira sereke ya wan gelan e ku li Enedolî û Mezopotamyayê dijîn.

KCDK-E diyar kir dîktatoriya Erdogan-Bahçelî û faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê li dijî beşekî civakê, çîn û komekê lê ji bo ku li ser tevahiya gelan qirkirinê bikin çi ji destê wan dike hewl didin ku wê pêk bînin her tiştî dikin û wiha domand: ‘’Biryara referandûmê jî biryara wê ye ku dixwazin hinceta hiqûqî û yasayî ya pêkanîna vê hedefê pêk bînin. Di xebata referandûmê de ku ne tenê şoreşger, sosyalîst, demokrat û rewşenbîran lê dixwazin hemû bawerî û nasnameyan ji holê rakin, gotina NA mewziyeke herî sereke a têkoşînê ye. Pêvajoya referandûmê di heman demê de pêvajoya pêngavê ye. Li dijî faşîzmê, dîktatoriya yek kesî, li dijî hegemonyaya AKP-MHP’ê têkoşîna herî aktîf çûna ser sindoqê û pirkirina dengê NA’yê ye. Ev êdî teqez bûye û zelal bûye, weke taktîka têkoşînê li pêş me ye. Di vê mijarê de, ango di qada têkoşîna taktîk û rojane de li paş man, sistbûn, reşbînî, ji bo vê sedemê jî nebirina gel a li ser sindoqan wê were wateya xizmeta ji faşîzma AKP-MHP-Erdogan-Bahçelî  û ji bo vê jî divê bi hemû hêza xwe em bixebitin.

Divê were zanîn ku ev jî welatparêzî û mirovperweriyeke girîng e. Bi vê hişmendiyê divê em biçin ser sindoqê. Divê were zanîn ku her deng li dijî Erdogan û dîktatoriya wî kozek e. Divê neyê jibîrkirin ku di referandûmê de bikaranîna dengê na, rêyek ji wan rêyên hesabpirsînê ya ji komkujiyên Cizîr, Silopya, Nisêbîn, Şirnex û bajarên din ên Kurdistanê ye û divê mirov biçe ser sindoqê.

Careke dî banga me li hemû gelên Mezopotamya û Enedoluyê, li gel hemû bawerî, Kurd, Laz, Çerkez, Ermen, Tirk, Asûrî, Sûryan, Keldanî, li hemû demokrat, rewşenbîr, akademîsyen, nûçegihan, jin, ciwan ango çi kesê ku dibêje ez mirov im li dijî faşîzmê em bibin yek, hev bigirin û vîna têkoşîna hevpar nîşan bidin, biçin ser sindoqê û dengê NA bi kar bînin.“ 


NAVENDA NÛÇEYAN