Li Konsera Yekîtiya Neteweyî peyameke sereke hebû: Kurdistanî li meydanan hemûyan doza yekîtiyê dikin. Gelê Kurd yekîtiya xwe çêkir, divê siyaseta Kurdistanî jî yekîtiya xwe çêke.

 Ji bo yekîtiya neteweyî konser li Swêd, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî tên plankirin. Li gorî vê li Hewlêr û Qamişlo konser wê bên li dar xistin. Komîteya amadekar banga destekdayînê li hunermendan kir.

FIRAZ BARAN/ERDAL ALIÇPINAR / KOLN

Pêr li bajarê Elmanyayê Leverkusenê, Konsera Yekîtiya Neteweyî bi rê ve çû. Konser li hola Arena şêva din seat 19:00´an dest pê kir û heta derengiya şevê dewam kir. Organizeya şevê Komîteya Hunermendan û peşkeşiya şevê jî helbestvan Perîşan Cegermend û Ferîde Hatîboglu kir. Qederê 2500 kes beşdarî konserê bûn.

14 partî û tevger

Nûnerên 14 parti û tevgerên Kurdistanî tevlî şevê bûn û ji bo yekîtiya neteweya Kurd peyam dan. Partî û tevgerên ku tevlî konser a yekîtiya neteweyî bûn jî ev in: PDK, YNK, Rêveberiya Xweser a Rojava, Tevgera Gorran, Partiya Demokrata Kurd li Sûrî, Partiya Demokrata Kurdistan / Sûrî, PÎK, Partiya Komunîsta Kurdistan Bakur, Tevgera Nûjen, Civata Kurd li Elmanya, KCDK-E, PYD, Partiya Zehmetkeşanê Kurdistan Rojhilat, PJAK, Yekitiya Rewşenbîrê Rojavayê Kurdistan.

Parlamenterê DEP´ê yê berê Hatîp Dîcle, parlamenterên HDP´ê yên berê Nursel Aydogan û Ziya Pîr jî tevlî şevê bûn.

Nûnerê YNK´ê Hisên Kerîm di şevê de got, “Em ji bo yekîtî û azadiyê hatin cem hev” û malavahiya xwe peşkeşî komîteya amadekar kir.

Nûnerê Tevgera Gorran, Mîran Salih jî got, “Li derveyî welat ji bo yekitiya gelê Kurd ev şev pêk tê. Em jî amade ne ji konferansekê neteweyî re. Bijî Rojava, bijî peşmerge, bijî gerîlla, bijî yekîtiya neteweya Kurd.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) Yüksel Koç jî wisa axivî: “Hemû meydanên Kurdistanî yekîtiyê dixwazin. Gelê Kurd wek peşmerge û gerîlla gelek şehîd dan. Îro gel yekîtiya xwe çêkir. Pêwîst e siyaset jî yekîtiyê çêke. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê yekîtiya xwe çêbikin.”

Bi dehan hunermend hazir bûn

Ji her çar parçeyên Kurdistanê 11 hunermendan li ser dikê kilam û stranên xwe gotin. Lê bi dehan hunermendên Kurdistanî jî tevlî şevê bûn û piştgirî dan fikra yekîtiya neteweyî. Hunermendên ku kilam gotin ev in: Xelîl Xemgîn, Firmesk, Blind Îbrahîm, Choman Rashid, Hesen Şerîf, Hoshyar Hama Farag, Kadri Karagöz, Necmedîn Xolamî, Nasir Rezazî, Şivan Perwer û Yelda Abbasî.

Li ser navê Komîteya Amadekar, hunermend Diyar peyamek da çapameniyê û got, “Hunermend wîcdanê dîrokê ne. Di dilê her hevalekî de Kurdistan yek e. Em hunermendên gelê xwe ne. Em dixwazin li Swêdê jî konserekê çêkin. Paşê em dixwazin biçin welat. Li Hewlêr û Qamişlo jî konserekê bidin. Kîjan hunermend dixwaze, dikare bikeve komîta amadekar. Bila kes rola xwe biçûk nebîne. Bibêje, Kurdistan yek e, em yek milet in.”

Kê çi got!

Hesen Şerîf: Gazî û hewara hunermendan yekbûna gelê Kurd e. Em dibêjin li ser esasekî însanî, yekîtî.

Yelda Abbasî: Ez dizanim ku ez dikarim bi saza xwe bigihêjim mirovan. Yekîtiyê wisa çêkim. peyama azadî bi awaza xwe bidim.

Necmedîn Xulamî: Li Rojhilat derfet nîne, lê em dikarin li Rojava û başûrê konseran bidin. Her kes dikare alîgirê partiyekê be, lê yekîtiya neteweyî ji me hemûyan re lazim e.

Nasir Rezazî: Em hemû parçeyekî miletê Kurd in. Ez alîgirê Kongreya Neteweyî me. Banga min herî zêde li bêhtirî 15 milyon Kurdên Lek, Lor, Bextiyarî û Kirmaşanî ye, ku van salên dawiyê gelek zilm li wan bû.