Hasan Nurî Kitnur ê ku xwedî li mîrateya dengbêjiyê derdikeve di heman demê de karkerê paqijiyê yê Şaredariya Agiriyê ye. Kitnur li aliyekî kilamên Şakiro dibêje li aleyê din jî dixebite. Serpêhatiya jiyana wî jî ji ya denbêjan cuda ye. Kitnur li gundan li diwanên dengbêjan kilam ji ber kirine, lê belê ew çi karî bike jî kilaman di ber re dibêje, niha jî dema paqijiyê dike denbêjiyê dike.
Kitnur ê ku bavê 8 zarokan e û ev 2 sal in li Şaredariya Agiriyê dixebite, got: “Ez di karê paqijiyê de dixebitim, bi hezkirinê karê xwe dikim û nanê xwe jê dertînim. Dema ku karê xwe dikim dengbêjiyê jî dikim. Dema ku mirov bi kêfxweşî neke dem jî jiyan jî derbas nabe. Hinek jî wekî ‘ev karkerê bêaqil e’ li min dinêrin. Hinek serbilind in, lê ez guh nadim wan.”
‘Sihet xweş’
Dikandarên herêmê jî Kitnur naskirin, kesên ku di rê re derbas dibin jî bi gotina “sihet xweş“ jê re dibin pal û pişt. Kitnur derbarê çanda dengbêjiyê û rewşa wê ya niha de weha peyivî, “Berê dengbêj pirr bi qîmet bûn. Dema ku dengbêj kilaman dibêjin, mirov bi saetan li wan guhdarî dikirin. Niha jî dema ku dengbêj dibêjin radibin û diçin. Berê li hemberî dengbêjan û kilaman rêz hebû, niha ji sed kesan yek ancax li dengbêjan guhdarî dike. Berê kaset hebûn. Li meclîsa gundan dihatin guhdarîkirin. Niha hemû tişt winda bûye. Aramî tuneye, şer heye. Dîwanên dengbêjan neman.”
AYŞE KURAN / DÎHA/AGIRÎ