Dengê xwe bilind bikin
Saziyên jinan her roj bi daxuyanî û çalakiyên xwe dibêjin,'Emê rê nedin ku jineke din ji me kêm bibe'. Lê mixabin tevî hemû hewildan û nerazîbûnan jî roj tine ku jinek ji nav me kêm nebe. Em her roj dibin şahida kuştin û qirkirina jineke din. 15'ê Nîsanê ango roja cejna çarşema serê Nîsanê ku ev roj ji bo civaka Êzdî rojeke gelek girîng e.
Dîsa jineke Êzîdî hat qetilkirin. Bê guman nayê wê weteyê ku di rojên din de ev bûyerên wiha xemgîn dikarin rûbidin. Di nava her bawerî û olî de, cejn di heman demê de rojên li hevhatin û aştiyê ne.
Cejna çarşema serê Nîsanê jî yek ji wan cejnan e ku weke roja afirandina cîhanê jî tê binavkirin. Lewma jê re gotine Çarşema Sor. Ji ber pîroziya ve rojê heta niha jî êzidî, naçin rêyên dûr, vê rojê xwe naşon û weke roja betlanê dihesibînin. Di van rojan de kesê ji hev xeyîdî li hev tên. Malbat li hev kom dibin û vê rojê bi germaya biharê pêşwazî dikin. Di vê roja pîroz de ku bi qasî pîroziya rojê jin jî di nava wê de pîroz tê dîtin de kuştina jinê divê bi ti awayî neyê pejirandin û qebûlkirin. Sibeha cejnê jina bi navê Besma Ekîncî ya dayika sê zarokan li bajarê Hîldesheîmê yê Elmanyayê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.
Di nava civakekê de ku bi dehan caran ferman lê rabûye, kiryarên bi vî rengî neasayî ne, nayê fêhmkirin û qet nayê qebûlkirin. Ev çanda kujer ne çanda Êzdayitiyê ye. Bi ti şêweyî pêwendiya xwe bi bîr û baweriya Êzdayî û felsefe wê ya jiyanê re nîne. Di bingeha çanda vê civakê de şîddeta li jinê, kuştin û pirjinî tinebû. Ger bû be jî rewa nehatiye dîtin. Lê di van salên dawî de bi taybetî piştî kiryarên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî gelên li herêmê û taybet civaka êzîdî pêk hatî de îlham daye xwediyê heman hişmendiyê. Kuştinên jinan yên di vê demê de çêdibin ji zîhniyeta çeteyên DAÎŞ'ê ne dûr e.
Jixwe em baş dizanin ku çeteyên DAIŞ‘ê bi hemû kiryarên xwe nûnertiya pargala pênc hezar salî dike. Çeteyên DAÎŞ'ê jî bi heman rêbazan destpêkê êrişî hemû nirxên civakê yên pîroz kir û xwest di kesayeta jinê de vîna civakê tine bike. Îro jî ev hişmendî di bin navê derûniya wan xirabûye, yan jî serxweşbûn ji lewma kuştin. Bi van sebeba dixwazin bûyeran ji rêzê nîşan bidin da ku dawî li van kiryaran neyên.
Beriya mehekê jina bi navê Onalya Çendî jî li bajarê Dortmûndê yê Elmayayê ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hate qetilkirin. Besma Ekîncî jî mîna Onalya Çendî piştî fermana 74'an ji Şengalê koçber bûbû. Besma Ekîncî weke gelek jinên din bêdilê xwe bi zorê bûbû hevjîna duyem a mêrê kujer Cemal Ekîncî. Sebeb û rêbazên her dû kujaran jî gelek dişibin hev. Ger me helwesteke tund li hemberî kuştina Onalya nîşan bida me yê pêşî li kuştina Besma bigirta. Ji bo êdî yeka din ji me kêm nebe lazim e ku di serî de Şêx, Pîr, Rûsipî, berpirsyar û nûnerên vê civakê li dijî hişmendiya dijminatiya jiyanê dike helwest bigrin.
Divê bi ti awayî nayê qebûlkirin ku kiryarên wiha bi navê vê ola pîroz bên kirin. Bi pêvajoya nexweşiya koronayê re şîdeta li ser jinê ya malbatê bi awayekî balkêş zêde bû. Li her derê cîhanê bi derketina pandemiya vîrûsa korona re mixabin jin hîn zêde neçar man ku bi kujer û gefxwirên xwe re di malê de rûbirû bimînin. Jinên neçar ji ber sedemên karantînayê nikarin hawara xwe bigihînin saziyên peywendîdar bi her awayî rû bi rûyî şîdet û kuştinê tên. Em baş dizanin ku ev qirkirin ne encama virusa koronayê ye, encama pergala baviksalar e. Pergala baviksalar û hişmendiya zilam ji jinan re ti warekî ewle nehiştiye. Qaşo “çar dîwarên” malê ku herî ewle tên binavkirin ji jinan re kiriye zîndan.
Tişta di vê demê de ji jinan tê xwestin ew e ku xwe bê çare nebînin li dijî hemû cûreyên êriş û tehdîdan bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin, nas û dostên xwe, sazî û rêxistinên xwe agahdar bikin. Lazim e ku jin ji têkoşîn û hêza xwe ya bi rêxistinkirî bawer bikin ku ne pandemî ne jî mêrên kujer wê nikaribin pêşiya tekoşîna jinan a ji bo azadiyê bigrin.