
Rojnameya Dengê Zarokan ya ku bi zimanê Kurdî û Tirkî ku di bin baneya Mala Piştgiriyê ya Şaredariya Rezan a Amedê de tê derxistin bi hejmara xwe ya 33’yemîn dîsa têr û tijî pêşberî xwenekarên xwe ye.
Rojnameya rengîn di vê hejmarê de cih daye roj û dîrokên girîng û watedar, ji bilî van her wiha cih daye Cejna Zimanê Kurdî, Roja Dayikan, Roja Hawirdorê û Hefteya Astengdaran. Ji bilî van nivîs û helbestên cihêreng jî alternatîfên cuda pêşkêşî xwendevanên xwe dikin.
Mijarên Rojnameyê
Zarokan ji berga yekem a rojnameya xwe heta ya dawî bi rengên zindî û xweş rengîn kirine. Zarokan di vê hejmarê de bi mîzampajeke taybet cih dane Roja Parastina Hawirdorê, Roja Dayikan, Cejna Zimanê Kurdî û Hefteya Astengdaran. Ev mijar bi nivîs, wêne û îlusturasyonên cihêreng hatiye pêşkêşkirin. Bi vê xebatê mirov lê têdigihîje ku zarok bi hişmendiyeke hay ji derdora xwe û geşedanan heye xebatên dimeşînin ku ev yek hêviyan mezin dike. Zarokan di vê hejmarê de cih daye du hevpeyvînên bi Kurdî-Kurmancî. Hevpeyvîna wan a yekem bi awayekî diyaloga di navbera Tauna û Gurbetê de ye. Tauna û Gurber li vê der ê bi pirs û bersivên xwe hewl didin ku hev binasin. Hevpeyvîna duyemîn dayika bi navê Çaçanî Bulut re hatiye kirin. Dayika Çaçanî dibêje ku zarokên w êlê nanêrin û ew li Mala Dilberên Mezin a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dimîne û ji ber xizmetên şaredariyê spasiyên xwe pêşkêşî wan dike.
Cejna Zimanê Kurdî
Zarokan di vê hejmarê de cih daye hêvî û daxwazên xwe yên li ser Cejna Zimanê Kurdî jî. 15’ê Gulana 1932 ku dîroka weşandina Kovara Hawarê ya ji aliyê Celadet Alî Beridxan ve hatiye amadekirin e îro roj ji aliyê kurdan ve ev roj wekî Cejna Zimanê Kurdî pê pîrozkirin. Zarokan jî di vê hejmarê de bi helbest û nivîsên xwe balê kişandine ser girtingiya zimanê kurdî û xwestine ku kurd di her qada jiyanê de bi zaimanê kurdî biaxivin. Dîsa di vê hejmarê de çend kurtenameyên zarokên ji Kobanê jî hene. Zarokên ji Kobanê bi nameyên xwe behsa xwe û jiyana xwe kirine.
5 sale weşanê dike
Rojnameya Dengê Zarokan ev 5 sal e ku bi rêk û pêk ji du mehan carekê di standan de cihê xwe digire. Zarokên ku pirên wan her roj dibin qurbaniyên vî şerê qirêj û taybet a ji bo gelek were înkar û îmhakirin, bi rojnameya xwe ya ku ev 5 sal in derdikeve jî dilêrî û berxwedana gelekî jî bi awayekî pir baş radixe ber çavan. Zarokan bi hestiyariya xwe ya têkildarî rojên girîng ên gelê Kurd û mirovahiyê ve destnîşan dikin ku ew ê di hejmarên pêş de karên baştir bikin.
AMED