Azîz OGUR

Destpêkê ji nedîtî ve tên,

paşê dikenin,  paşê hesûdiyê dikin, di dawiya dawî de têk diçin.

(Mahatma Gandhî)

Sazûmankarê Hindistanê û pêşengê şoreşa rizgariya Hindistanê Mahatma Gandhî (1869–1948) helwêsta zaliman û yên xwe bi hêz dibînin li dijî bindestan û têkoşîna bindestan bi gotinên jor rave dike. Li gorî wî hêz ne ji kapasîteyê yan asta fizîkî, ji 'îradeya serî natewîne' tê.

Lewra zalim çiqasî bihêz bin, çiqas xwedî derfetên zêde bin jî dawiya dawî li dijî mazlûmên bi derfetên herî kêm lê belê bi îmaneke zexm li ber xwe didin, têk diçin. Heman mijarê Gandhî bi gotinên; “Dema mirov li rewş û hêza zaliman mêze dike, li şert û mercên heyî temaşe dike; difikire ku bi ti awayî têkçûna wan tine ye. Lê belê di dawiya dawî de serketin dibe ya mirovên ku rêya wan di evînê re derbas dibe.”

Li dij mêhtingeriya Brîtanyayê bi çalakiyên pasîf, bi hêzeke biçûk lê mirovên dildarên azadiyê Gandhî serketineke bêhempa li dîrokê neqişand.

Ger derfetên dewletî, dewlemendî û serdestiyê kar bikira Gandhî û Hindistan-Pakistan li dijî mêhtingeriya Brîtanyayê bi ser nediket. Heger artêşên modern, hejmara eskeran û çekên bêhempa kar bikira, Emerîka li Vîetnamê têk nediçû. Dîsa hemû dîktatorî, rejîmên otorîter li dijî hêz û hêrsa gel têk nediçûn.

Çîroka Tayyip Erdogan û faşîzma AKP-MHP’ê ji mînakên di dîrokê de wê ne cudatir be. Hêza wan, derfet û dewlemendiya di destê wan de, artêş, polîs û çekên bi kar tînin, bazar û têkiliyên navneteweyî yên ji bo xwe mayinde bikin wê wan rizgar neke.

Ya rast mîna xwe didin nîşandan jî ne bihêz in. Yanî mayina ser desilatdariyê, domandina tahekum û seltenatê ya Erdogan û AKP’ê ji hêza wan bêhtir ji bêhêzî, bêtifaqî û neserxwextbûna yên aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin tê. Mixabin tirsa ji zilmê, bawerî bi xwe neanîn, bêhêvîbûna di nava mazlûman de hatiye afirandin hîmên herî zexm ên faşîmza AKP-MHP’ê û dîktatoriya Tayyip Erdogan in.

Pêwîst e her mirovê xwedî deng di vê hilbijartinê de bizanibe ku tişta faşîzma-dîktatoriya AKP-MHP û Erdogan li ser lingan digire û heta îro anî, bêrêxistinî, bêtifaqî, nebûna baweriya bi xwe ya mazlûman û bindestan e. Heger mirov li hêza xwe serwext bibin, di nava saetan yan rojan de bi navê AKP´ê tiştek li holê namîne.

Alimên Îslamê qala gurekî roja qiyametê dikin. Dibêjin dema Îsrafîl pif dike amûra bi navê Sûrê, dinya bi erdê re dibe yek. Wê demê li hemberî wê tofanê gurek li ser piyan dimîne. Firtona-tofan hewqasî dijwar e; çermê gur li serê wî kom dibe, lê dîsa jî li ser lingan e. Wê demê gur xweziya xwe bi rojên bihurî tînê û dibêje, “heger min bi hêza xwe bizaniya, minê dinya tev bixista bin destê xwe.”

Namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Sehalattîn Demirtaş peyama xwe ya ji girtîgehê bi şêwazekî dîtbarî ragihand, û tê de bi van gotinan merama min a li jor dixwazim bibêjim, rave kir: “Tevî bikaranîna hemû derfetên dewletê yên kampanyayên hilbijartinê dimeşînin, walî, qaymeqam, darêzgerî, medya û hemû buroksariyê jî AKP meydanan danagire, lê gotinên mezin dike. Zirtepoziya wan a vala, gefên wan, bila cesareta we neşikîne. Hebûna wan li ser dengekî maye. Ji bo yên li meydanan diqîrin, heqaretê li mirovan dikin û wan mîna dijmin nîşan didin, nîşandana hêza gel, qet zehmet nîne. Em ne zilamek in, gelek mirov in. Hevqas mirov wê ji zilamekî netirsin. Bawer bikin ku em ê bi ser kevin û werin em bi hev re vê yekê bikin. Ji bîr neke! Her tişt bi te tê guhertin.Werin em bi hev re biguherînin, em tev bi ser kevin.”

Bi gotina Demirtaş dengek têrî têkbirina faşîzma canê AKP-MHP’ê dike. Pêşiyê Kurdan jî bi gotina, “pifek maye ji wan re”.

Heger mirovên mazlûm, yên alîgirê aştî û aştiyê, yên ji zilm û kirinên AKP’ê bêzar di vê rastiyê bigihijin, dengekî ku diavêjin sindoqa hilbijartinê, yan pif a gelan wê di 24’ê Hezîranê de faşîzma AKP-MHP û dîktatoriya Tayyip Erdogan têk bibe û 25’ê Hezîranê wê berbanga gelan vede.