LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT

Ma jixwe, ew dengê ku peyvên “xemik talan e” bi cilûberg dikirin, na na bi gewde dikirin, ji vê dinyayê bêyî ku şopekê li dûv xwe bihêle biçûya, ma heq bû! Fadilê Cizîrî weha fikirî ku ev ne heq bû. Dawiya dawî wî li pey xwe bi wê kasêtê ne tenê dengê xwe hişt, wî ew qirika pêlpêlî ya Botanê li seranserê Kurdistanê belav kir.

Hin nav hene bivênevê weke daxekê mohra xwe li civakan dixin. Fadil Cizîrî yek ji van navan e. Tevî ku navê dengbêj îro lê bê kirin jî, Seyîd Fadilê Cizîrî ji wan kesan e ku xelkê Botan navê şair li wan dike. Ew, yek ji şairên civata xwe bû. Xelkê Botanê û Colemêrgê hilberîneriya van payîzok, serêlî, biharokbêjan baş nas dike û bi qedrê wan dizane. Ji ber wê jî navê şair çawa li Meleya Cizîrî dike, wiha jî li Seyîd Fadilê Cizîrî jî dike. Jixwe, çaxê kesekî ji Botanê got, filan şair, mirov divê baş hay jê hebe ku muhtemel e ew çêl li payîzokbêjekê yan jî payîzokbêjekî dike. Ji ber wê jî, ez jî tercîh dikim weke xelkê wê axê bi qedrê Seyîd Fadilê Cizîrî zanibin û piştî wefata wî jî be, weke şair navê wî hildim. Heger lazim bû, ez ê navê wî bi payîzokbêjiyê jî hildim.

https://www.youtube.com/watch?time_continue=53&v=O_ZHrMLqGtI

Min ji mêj li dengê şairê Botan, ew qirika pêlpêlî ya Silopiyayê hisandibû, lê bi bi serpêhatiya wî û tesîra wî baş nedizanî; heta ku li “Komeleya Çanda Mezopotamyayê (îro NCDK ye)” a Bielefeldê Weliyê Botî ku bi xwe ji gundê Cêlekê ye, ji min re got, yê ku herî zêde tesîr lê kir û kir ku berê xwe bide dewlemendiya folklor, zargotina Kurdan û her wiha kir ku payîzokan bibêje, Fadilê Cizîrî bûye. Çaxê Weliyê Botî behsa Fadilê Cizîrî dikir, mirov didît ka çawa rêzê jê re digire, çawa bi heyf û mixabinî behsa wê yekê kir dema ku ji bo demekê wî piyê xwe dûrî civatan hişt û li ode û dîwanan şekalên wî li paş man.

Sûnd û peyman ew qeyd kirin

Heyf û mixabin bû, çawa ne heyf û mixabin be; kê wê şûna wî dengê ji qirika pêlpêlî bigirta, ma ka şagirt lê gihiştibûn? Wî qesem jî li canê xwe dabe, diviyabû jê vegere! Heta ku ji Botan û Kurdistanê re deng û qeydiyan dengan li pişt xwe nehêle, heta ku şagirtan li dûv xwe negihîne, ma dikare xwe ji vî hunerî bişo? Ma Fadilê Cizîrî dikare dilê xwe ji Kurdistanê bihêle!

Ya rastî nikarîbû, û wî kasetek destpêka salên 80´yî derxist*, ji sûnda xwe vegeriya, lê zêde pûte bi civatên modern ên mezin neda, xwe ji wan dîwanên li ber rohniyên îlûzyonî yên dik û studyoyan dûr girt. Lê di wê kasetê de çi got, di nava şair, payîzokbêj, kilambêj, stranbêjên deverê de zû belav bû. Yek ji wan Weliyê Botî bû ku wekî wî, wî jî destê xwe bire guhê xwe û qîr kire payîzokên Fadilê Cizîrî di kasêta xwe de belav kirî. Jixwe, Heyran Jaro bi gotinên wî û terza wî destpêka sala 2003´yan ji min re got:

Ḧeyran jaro, ezê ji kulikê te dimirim hey hê û ezê ji kulikê te mirim

Ḧeyranê mino, minî gotî çavê minî reş û belek kilê Sibḧanî nagirin

Lê ḧeçî yarikê vî zemanî bi zimanê xwe dost in, bi dilê xwe kafir in

Heçî yarika wî bi dilê wî bê ji mal û milkê dinyayê, ji bav û birakê wî çêtir in, wey jaro de bila Ḧeyranê’m sax bê, wey bavo dostika wî pê re lê

[tewênî] …

Mala xwedê ava ji ya xwe vegeriya

Wî her wiha Lawija Seydik ji gelek kesan bihîstibû, lê tercîh dikir ku bi deng û rengê Fadilê Cizîrî bibêje. Weliyê Botî bi ihtîmam îşaret pê dikir ku ew hez nake wekî Fado navê Fadilê Cizîrê hil de, ji ber ku ew naxwaze bi ti rengî ji wî û navê wî kêm ke. Wî bi heyranî behsa serpêhatiya Fadilê Cizîrî, dikir ka çawa çûye Başûrê Kurdistanê û piştî şikestina şoreşa Başûr, çawa ehd daye xwe ku hew li dîwanan qîr bike heyranok, lawje, serêlî û biharokan. Lê nekarî xwe bigire li ber israra ku Rojavayê Kurdistanê pê re rû bi rû dimîne, û taliya talî, dengê wî yê ku em xweş nas dikin, tê qeydkirin. Welî hingê digot, “mala xwedê ava!” Mala xwedê ava ku ji ya xwe vegeriya, naxwe, welî wê ji ku heyranê wî bimana, çawa mîna wî şairî bigota:

Dilikê mi li ber felekê ax

Dilikê mi ´evdalê Xwedê li ber felekê

Wele hunê hespa bînin, zîna dînin ser kêlekê

Hey xudêwo Seydikê mi zava ye

Hunê bibin bajarê vê Binxetê

Hey de rabe Seydiko seydvano, dengbêjo, piçûko, tifalo, bilûrvano

Şal û şapik wey bavo ji ber bû, zava berano lo [tewênî]…

Xemik talan e…

Ma jixwe, ew dengê ku peyvên “xemik talan e” bi cilûberg dikirin, na na bi gewde dikirin, ji vê dinyayê bêyî ku şopekê li dûv xwe bihêle biçûya, ma heq bû! Fadilê Cizîrî weha fikirî ku ev ne heq bû. Dawiya dawî wî li pey xwe bi wê kasêtê ne tenê dengê xwe hişt, wî ew qirika pêlpêlî ya Botanê li seranserê Kurdistanê belav kir. Lê heyf û mixabin wê her ew be, gelo Kurdistanê bi qedrê wî zanîbû, gelo me bi qedrê wî zanîbû. Ji ber wê jî em bibêjin “xemik talan e”:

Wey were mala mino hoy

Wele hinga ez dimirim, du gura kavilê mi fesilan

Wele du mela, du feqa darbesta mi ´evdalê Xwedê bi destê xwe neqişan wey ẍemik talan e ezo lo lo [tewênî] …

Li cem min hizrek peyde bû ka Seyîd Fadilê Cizîrî çima zêde xwe neda ber ba û rohniya wan civatên qelp ên dikên mezin û studyoyan, lê diyar e, heman pirs hine din jî ji xwe re kirine. Welê jî Zekî Ozmen vê pirsê ji xwe dike û xwe nade ber ku bersiva xwe bi me re parve bike: “Ez naxwazim behsa sedemên derneketina wî ya çalakiyên hunerî û TV´yan bikim, ji ber ez wî mafî bi xwe re nabînim ku tiştên taybet hatina gotin bi riya vê nivîsê belav bikim lê belê cihê mixabiniyê ye ku ev dengê bi heybet ´herêmî´ ma.”

Dengê Botana li her derî

Ez eşkere bibêjim, ew herêmî nema! Jixwe, Zekî Ozmen jî ji xwe piştrast nebûye ku di nava neynûkan de ev peyva herêmî nivîsandiye. Ripina di navbera Botan û Colemêrgê de yek ji wan deverên Kurdistanê ye ku herî zêde lê şairên payîzokbêj lê peyde bûne. Mihemed Sedîq Tahirê Ripinî ku ez 2003´yan li wargeha Mexmûrê pê re peyivîm, her pesnê Fadilê Cizîrî dida û ji repertuwara wî hin payîzok û serêlî gotin. Evdoyê Goyî ku havîna heman salê ez pê re peyivîm jî ji deng û qirika wî mest bû, û bi zarê wî hewla gotina payîzokan dida. Ne tenê ew, Salih Xalitê Hilalî, Mehdiyê Evdilqadirê Ripinî, Nezîr Eliyê Mijînî jî ji wan şairan bûn ku Fadilê Cizîrê eşkere tesîr li wan kiribû.

Bi çûna xwe em rûreş kirin

Fadil pêr konê xwe ji nav me saxan bar kir û ya rastî em rûreş kirin. Par li ser giraniya nexweşiya Fadilê Cizîr, Ajansa Nûçeyan Dîcleyê (DÎHA) bi mohra Zozan Fendîkê Çileyê 2017´an nûçeyek weşand. Ji wir em pê hisiyan ku nexweşiya parkînsonê Fadilê Cizîrê daye erdê, lê ew jî ji rika nexweşiyê bi dengê kewan ku li cem wî di rikehan de bûn, xwe ji vê dinya gewrik qut nake. Fadilê Cizîrî yê hîna ciwan li benda alîkariyê bû. Lê me dîsa şairekî xwe bê xwedî hişt, destê xwe nedayê û di wî halê teng de hişt. Fadilê Cizîrî pêr xatirê xwe ji me û ji vê dinya gewrik xwest û li peywî hîna dengê wî vedide, olan dide:

Heyran jaro

Malan barkirî ji berê deryayê

Ay lê malan barkirî ji berê deryayê

Hey de bila kula Xwedê bikeve mala sabûnpêjê

Hey, Sipêrtê

Heya Jaro hay ax ax

Ya rastî tam dema derketina vê kasetê nayê zanîn, lê Zekî Ozmen di nivîsa xwe ya di malpera Diyarnameyê de 10´ê Kanûna 2017´an weşandî de, bi bîr tîne ku kaset hingê belav bûye li nav xelkê Botanê.

 

Fadilê Cizîrî ev dinya gewrik bi cih hişt

Ji şairên navdar ên Cizîra Botan, ew qirika ku Heyran Jaro û Seydik bi temamê Kurdistanê da nasîn, Seyîd Fadilê Cizîrî pêr êvarê piştî demeke dirêj a nexweşiyeke giran wefat kir. Seyîd Fadilê Cizîrî ev çend sal bû bi nexweşiya parkînsonê ketibû.

Şairê Cizîrê, ku êdî bi pirranî li nav xelkê ew jî weke dengbêjê payîzokan hat binavkirin, Fadilê Cizîrî ji wan kesan bû ku payîzok bi Kurdan dan hez kirin; ew dengê li pişt ekoya payîzoka “Heyran Jaro” û ya “Seydikê mino” Fadilê Cizîrî bû, wî pêr êvarê li Batmanê xatir ji vê dinya gewrik xwest.

Şair Seyîd Fadil Cizîrî sala 1962’yan li gundê Seletûnê yê ser bi Silopiya ji dayîk bûye. Dayika Seyîd Fadil Cizîrî, Sêvê jî bi şairtiya xwe navdar bûye û dengbêj Fadil bi kilamên dayika xwe mezin bûye. Dengbêj Fadil di temenê xwe yê biçûk de elaqeyeke mezin nîşanî stranên şairên ji rêûresmê yê devera Cizîra Bota dide û her stranên ji dengê dayika xwe ji ber dike.

Wî Heyran Jaro da dest me

Cizîrî di 14 saliya xwe de dest bi strîna kilaman dike û piştî vê yekê li herêma Botan, hin deverên Serhedê, gelek deverên başûrê Kurdistanê digere û di dîwanên şevbêrkên dengbêjan de rûdine, cihê xwe digire û gîskê xwe ji civatên wan şevbêrkan re ser jê dike. Seyîd Fadilê Cizîrî di dîwanên şairên Botanê de jî bi şevan heta berê sibê dengbêjiyê dike.

Nexasim payîzoka ‘Heyran Jaro’ hem Cizîr û hem jî Fadilê Cizîrî bi Kurdan û Kurdistanê dide naskirin. Ew beriya bi 7 salan bi nexweşiya parkînsonê dikeve. Seyîd Fadilê Cizîrê ji ber vê nexweşiyê pêr êdî kevirê xwe danî û xatir ji vê dinyaya gewrik xwest.

Cezaneyê Fadilê Cizîrî doh li Goristana Cizêrê hat veşartin. Her wiha ji îro û pê ve 3 rojan li Taxa Cûdî, taziye wê ji bo wê bê danîn.Fadilê Cizîrî ev dinya gewrik bi cih hişt

Ji şairên navdar ên Cizîra Botan, ew qirika ku Heyran Jaro û Seydik bi temamê Kurdistanê da nasîn, Seyîd Fadilê Cizîrî pêr êvarê piştî demeke dirêj a nexweşiyeke giran wefat kir. Seyîd Fadilê Cizîrî ev çend sal bû bi nexweşiya parkînsonê ketibû.

Şairê Cizîrê, ku êdî bi pirranî li nav xelkê ew jî weke dengbêjê payîzokan hat binavkirin, Fadilê Cizîrî ji wan kesan bû ku payîzok bi Kurdan dan hez kirin; ew dengê li pişt ekoya payîzoka “Heyran Jaro” û ya “Seydikê mino” Fadilê Cizîrî bû, wî pêr êvarê li Batmanê xatir ji vê dinya gewrik xwest.

Şair Seyîd Fadil Cizîrî sala 1962’yan li gundê Seletûnê yê ser bi Silopiya ji dayîk bûye. Dayika Seyîd Fadil Cizîrî, Sêvê jî bi şairtiya xwe navdar bûye û dengbêj Fadil bi kilamên dayika xwe mezin bûye. Dengbêj Fadil di temenê xwe yê biçûk de elaqeyeke mezin nîşanî stranên şairên ji rêûresmê yê devera Cizîra Bota dide û her stranên ji dengê dayika xwe ji ber dike.

Wî Heyran Jaro da dest me

Cizîrî di 14 saliya xwe de dest bi strîna kilaman dike û piştî vê yekê li herêma Botan, hin deverên Serhedê, gelek deverên başûrê Kurdistanê digere û di dîwanên şevbêrkên dengbêjan de rûdine, cihê xwe digire û gîskê xwe ji civatên wan şevbêrkan re ser jê dike. Seyîd Fadilê Cizîrî di dîwanên şairên Botanê de jî bi şevan heta berê sibê dengbêjiyê dike.

Nexasim payîzoka ‘Heyran Jaro’ hem Cizîr û hem jî Fadilê Cizîrî bi Kurdan û Kurdistanê dide naskirin. Ew beriya bi 7 salan bi nexweşiya parkînsonê dikeve. Seyîd Fadilê Cizîrê ji ber vê nexweşiyê pêr êdî kevirê xwe danî û xatir ji vê dinyaya gewrik xwest.

Cezaneyê Fadilê Cizîrî doh li Goristana Cizêrê hat veşartin. Her wiha ji îro û pê ve 3 rojan li Taxa Cûdî, taziye wê ji bo wê bê danîn.

Serpêhatiya Seydik

Seydik xortekî 14 salî ye, li gel bavê xwe her diçe nêçîrê. Ew di nêçîra pezkoviyan, hunerê nêçîrvaniyê de navdar e. Ji Seydik re keçekê dixwazin û wî dikin zava. Li gorî adetê divê ew bi nûzavatiya xwe neçe nêçîr û seydê, herî kêm sê rojan divê nêçîrê neke. Lê Seydik roja sisiyan bêyî xebera bavê xwe diçe nêçîrê, pezkoviyekî dikuje û postê wî pezkoviyî li xwe dike, dibe yek ji pezkoviyan. Bi wî postê xwe yê pezkoviyan dikeve nav refên pezkoviyan. Jixwe, ev yek ji rêbazên xwe nêzîkkirina nêçîrvan a li nêçîra xwe bû. Wekî din jî kêfa wî gelekî ji pezkoviyan re tê. Li gel wan li ser teht û dar û beran digere. Bavê wî jî tê nêçîrê lê haya wî jî ji Seydik tine. Bavê wî di dest de tîr û kevan (tivingek) li ser tehtekî refê pezkoviyan dibîne. Hemû pezkovî direvin lê yek jê nareve. Kêfa bavê seydik tê. Bav bi yek carê tîra xwe ji kevanê diweşîne (li gorî hinan tivingê berdidiyê) û pezkovî bi nalînan li erdê dirêj dibe. Bav lê dinihêre ew pezkovî Seydikê kurê wî bi xwe ye. Postê pezkoviyekî li xwe kiriye û ketiye nav refên pezkoviyan. Wê gavê seydik canê xwe ji dest dide. Ev lawija hanê jî li ser wî hatiye gotin ku bi dengê Fadilê Cizîrî jî belav bû:

Xanîkê Seydikê mine li pişt mizgeftê

Xanîkê delalê dilê mi cevdalê Xwedê li pişt mizgeftê

Wele dotmama delal tê de rûniştiye weke ḧorîkê ve cinetê

Wele sed pîroz û bimbarik bê, çiqa cilê bûkaniyê li bejna te tê

Wele bavê te kore bê ev çi deval e, li derbê te tê

Hey de rabe Seydiko seydvano, dengbêjo, piçûko, tifalo, bilûrvano

Şal û şapik wey bavo ji ber bû zava berano lo

Xanîkê Seydikê mine li pişta cuwê

Xanîkê delalê dilê mi ´evdalê Xwedê li pişta cuwê

Wele îro sê roj e, Seydikê’m zava ye

Wey xudêwo hunê bibine ser şiwê

Delalê dilê mi birîndar e, hunê bibin bajarê vê Zaxoyê

Hey de rabe Seydiko seydvano, dengbêjo, piçûko, tifalo, bilûrvano

Şal û şapik wey bavo ji ber bû, zava berano lo

https://www.youtube.com/watch?time_continue=3&v=VUhLlJU_nvk