Gava ku Erdheja Mezin sala 2011´an Rojhilatê Japonya hejand û tsunamiyê devereke mezin da ber xwe, gelek derhêner û filmçêkeran behsa wê yekê kir ka erdhejê çi qasî tesîr li civakê kiriye û heta ew ji binî ve hejandiye. Hinekan jê hewl da li serê berheman biafirînin. Pirraniya van weke berhemên serketî belgefilm bûn.

Herçî “Dengên li ber bê (Kaze no Denwa)” ye, ew filmek e ku xwe disipêre rêwîtiyeke bi rastî ya piştî erdhejê, rêwîtiyeke mîna tewafa ziyaretekê. Navê filmê ji holikeke telefonê ya li bajarê Otsuchi tê, navê wê holikê jî “telefona bê” ye. Kesên ku şînê digirin, diçin wir û bi mirovên ku wan ji dest dane, dipeyivin.

Derhênerê filmê Nobuhiro Suwa helwêsteke ceribandinê tercîh dike û wisa nêzî meseleyê dibe. Ew parçeyê diyarker ê çîroka filma xwe ji kêliya dawî re dihêle.

Xwendekara lîseyê Haru (Serena Motola) berê li Otsuchi dima, cihê ku malbata wê lê. Wê malbata xwe di tsunamiyê de gava ku 9 salî bû ji dest dabû. Ew li cem xaltîka xwe Hiroko (Makiko Watanabe) ji hingê ve dima. Gava ku xaltîka wê nexweş dikeve û wê li nexweşxaneyê radizînin, ew biryarê dide ku bi otostopê biçe bajarê xwe.

Kurdê penaber girtin

Erdhej û encamên wê gelek mirovên ku li ser rê ew wan nas dike jî elaqedar dike û film behsa wan jî dike. Jineke pîr a ku bîroke bûye, bi bombeya atomê bombekirina Hîroşîmayê tîne bîra xwe. Piştre Haru rasta malbateke Kurd a penaber tê, yek ji malê ji bo paqijkirina xirbeyên piştî erdhejê xwebexş kar dike, lê ji hingê ve meqamên koçberiyê ew ragirtine û ji malbata wî qut kirine.

Tenê kal û pîr vegeriyane

Di pirraniya vê rêwîtiya wê de kesekî din ê ji felaketê sax filitî refaqetî wê dike; ew jî Morio (Hidetoshi Nishijima) ye, karkerekî berê yê li santrala nukleer a Fukushimayê kar dikir. Ew niha êdî di erebeya xwe de dimîne. Jidestdana gelek mirovan bela xwe ji wî jî venake. Lê ne tenê ev, gelek meseleyên din jî di filmê de xwe didin der; hevalê Morio, Imada (Toshiyuki Nishida) bi bîr tîne çawa cihêkarî li wan mirovên ji herêma vederkirinê ya li derdora sandtrala Fukushima Hejmar 1 hatiye kirin û ew gazinan dike ku niha tenê kal û pîr vegeriyane cihûwarê xwe.

Fînaleke piçûk û şexsî

“Dengên li ber bê” pirsekî dike: Maneya saxfilitînê çi ye piştî mirina gelek mirovên xizm û nas? Gava ku Haru digihîje cem holika telefona bê, em fînaleke mezin a piştî rêwîtiyeke dirêj nabînin. Tiştekî piçûktir û şexsîtir e ya li hember temaşevan. Film destûrê dide qehremana xwe da ku karibe hinekî ji heqî tecrûbe û serbihuriyên xwe derê.