Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dengîr Mîr Mehmet Firat, li Nexwşexaneya Bayindir a Enqereyê doh serê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Firat li Enqereyê hat veşartin. Dengîr Mîr Mehmet Firat 8’ê Tebaxa sala 1943’an li navçeya Kalikê ya Semsûrê ji dayik bû. Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû. Parêzerî û cotkarî kir. Yek ji endamên damezrîner ên AKP’ê bû. Dengîr Mîr Mehmet Firat di serdema 21’ê de li Semsûrê, serdema 22’an de li Mersînê û serdema 23’an de jî li Edeneyê bû parlamenter. Firat herî dawî di hilbijartinên sala 2015’an de ji HDP’ê bû parlamenter

HDP: Em ê Dengîr Firat ji bîr nekin

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî têkilî wefata Dengîr Mîr Mehmet Firat peyameke sersaxiyê dan. Hevserokan ji bo koça dawî ya Firat xemginiya xwe diyar kirin, gotin, ‘’Ji bo partiya me, gelê me xisareke mezin e. Wî di her kêliyê de nasnameya xwe parast, ji bo ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştî çareser bibe têkoşiya. Dema ku desthilata AKP’ê li hêza xwe ya herî bilind bû û Firat li meqamên girîng a desthilatê jî li dijî şaşiyan çavê xwe negirt, rexne li şaşiyan kiriye, ji bo ku nebe hevkarê şaşiyan dev ji meqam, statûyan berdaye, li cem gelê xwe cîh girtiye û bûye parçeyek ji têkoşîna gelê xwe. “

 

ENQERE