Heyran Xanim yek ji kêm şairên jin ê Rojhilata Navîn e. Ew şaireke destpêka sedsala 19´an e û dîwanên wê yên şiirên Farisî û Azarî mane roja me ya îro. Li gorî lêkolînan şiirên wê yên bi Kurdî jî hene, lê nehatine berhevkirin. Ew bi xwe keça mîrê Nexçiwanê yê ji Kurdên Dûbelî ye.
ZEHRA MOHAMMEDZADEH / MA/ÛRMIYE
Heyran Xanima Dûnbelî dengê sedsalekê ye ku bi hawar, lorîn û çarînên bi êş ên jinan re dibe yek, xwe di wechê her jinekê de ji nû ve diwelidîne. Heyran Xanim, keça Kerîm Xan Kongerloy ye. Yanî keça mîrê dawî yê Nexçîwanê yê Kurd e. Ew yek ji helbestvanên bi nav û deng yên qerna 18 û destpêka qerna 19’an e. Wê bi Farsî, Azerî û Kurdî şiir nivîsîne, lê şiirên wê yên bi Kurdî heta îro nehatine berhevkirin û çapkirin.
Dengê wê geş, xweş û bi gume gumê diherike, tuyê bibêjî ava geliyan e. Wiha diherike, heta tê û ruh bi xwe re dişo û dibe. Va ye dîsan îro dengek tê, dengek ji asoyên dûr, dengê raperîna çarikên bi jan ên Heyran Xanima Dûnbelî:
Carnan bi nameyekê me bi bîr bixe
Yên ku xemgîn in xweş bike
Qet nebe Sipêhr wefa
Carnan bi nameyekê min bi bîr bîne
Gelo ne hêja ye mija dibiriqe
Ku xelk dibêjin bê wefa ye filan
Çirûska ji asoyan
Her çend der barê biyografiya wê de zêde tiştek sererast li ber destan nîne jî ev şaira hanê bi helbestên xwe serî radike û şer dike. Heyran Xanim keça Kerîm Xan Kongerloy e. Bavê wê hakimê dawî yê Nexciwanê û ji xanedanê Dûnbelî bûye. Heyran Xanim bi xwe, yek ji helbestvanên bi nav û deng ê qirna 18’an û destpêka qirna 19’an e. Li gorî agahiyên giştî ew li bajarê Nexciwanê tê dinê. Zaroktî û nûciwantiya wê li gundê “Xanqaha Sorx” a ser bi bajarê Ûrmiyê dibihure. Herçî qebîleya Dûnbelî ya ji herêma Musilê ye, li gorî agahiyên cihê bi eslê xwe Êzîdî bûne. Û piştî ku li Xoyê bi cih bûne, beşek ji mîr ên Dûnbelî dibin hakimê herêmê. Ew heta dema Sefewî û heta desthilatdariya Şah Îsmaîlê Duyem wek du mezhebên Sunî-Şafî û Êzidî dimînin. Qebîle xwedî bandoreke mezin bûye û demeke dirêj li Kurdistanê hukim kiriye.
Jînenîgariya wê
Çendî ku der barê Heyran Xanimê de em tam ne serwext bin jî, lê demekê ji Urmiyê jî ji ber şerê li herêmê koçberî Tebrîzê tên kirin.
Jixwe, li gorî gelek lêkolînan Dûnbel demeke dirêj li herêma Xoyê mane.
Em dikarin ji helbestên Heyranê Xanimê tê derxin ku ew di sala 1247´ê hicrî ya heyvê (1831-1832) de şair bûye. Li gorî hin gotegotan Heyran Xanima Dûnbelî heştê sal kirine û heta miriye jî nezewiciye. Her wekî di helbestên wê de jî xûya dibe, ger evîndar bibe jî wê ev yek nepejirandiye:
Bi xatirê te ey heyva dibiriqe, bixatirê te
Bi xatirê te ey Şahê başan, bixatirê te
Bi êşa dil ez ê bikim ax û hawar
Çûn giha dema hîcran, bixatirê te
Bi dilê bi hesret û can û zar
Ez ê dûr bikevim ji canan, bi xatirê te
Heyran Xanima Dûnbelî ji pênc hezar beytan dîwanek nivîsandiye û, deng vedaye. Qala gelek helbestên wê yên bi bi Farisî, Azerî û Kurdî tê kirin. Li pey Heyran Xanimê sê dîwanên mezin dimînin ku mixabin nehatine çapkirin. Ew di gelek helbestên xwe de balê dikşîne ser qebîleya xwe û dide diyarkirin ku ew ji qebîleya Dûnbelî ye.
Heyran Xanim li ser pirsgirêkên civakî, mijarên jiyanê, êş û kederên gelan, evîn û li ser dayîk û xwîşkên xwe dinivîse. Di helbestek xwe de ku di 1207’ ê Xurşîdî (1828-1829) de dinivîse, balê dibe ser nexweşiya weba û bi dileke bijan dibêje:
Nûciwan dikevin bin axê
Vay xwedêyo zarok helak bûn
Dema zarok mirî
Dayik dilşikestî û bi hawar
Ne jî kes dixwîne Quran
Ne şîn û ne jî ehsan
Ji rewşa giyanî mirov bê hêvî
Nusxeyeke dîwana wê ya ji 4500 qesîde û çarikan li pirtûkxaneya neteweyî ya Tebrîzê ye. Heyran Xanim di nivîsandina helbestên cûr bi cûr de jêhatî bûye. Gelek pispor dibêjin, kêm kes wekî wê bi baldarî nêzî şiirê bûne. Yek ji helbestên wê yên ku herê zêde tên nasîn jî ev e:
Di nav hemû zeriyan de tu yî serdeftera rindan
Rûyê te wek goga rojê, biskên te jî weke çogan
Cemala te weke gulşen (gulistan)
Çi gulşen? Gulşena rindiyê
Çi rindî? Rindiya Yûsif
Çi Yûsif? Yûsifê Ke´nan
Du çavên mest ên te zalim
Çi zalim? Zalimê kafir
Çi kafir? Kafirê rêbir
Rêbirê îman *
Şiirên wê yên bi Kurdî
Behsa helbestên Heyran Xanim ên Kurdî jî tê kirin, lê mixabin dema mijar dibe jin û bi taybetî jî zimanê Kurdî, ew nayên tomarkirin. Heyran Xanimê jî bi helbestên xwe hest û ramanên xwe yên der barê serdema xwe de, pir baş û bi awayek herikbar aniye ziman.
* Wergera Argeş Avesta ye