Eşkere bû ku di navê de rojnamevanê Washington Postê David Ignatius jî çend rojnamevanên bijartî û sozdayî heta general ji erdên Sûriyeyê veneqete nûçeyê belav nekin, pê re bûn. Armanca fermî li gorî General Votel ew bû ku raya giştî a welatê wî bişopîne, ka artêş û dewlet çi dikin.
Bi her halî vê ser danê di çapemeniya sereke de deng veda û kir ku hin aliyên stratejiya Emerîkî ya "nû" li Sûriyeyê zelaltir xuya bikin.
Di warê eskerî de ya maqûl
Ignatius bi sernivîsa "Koalîsyona nû ji bo texrîbkirina Dewleta Îslamî", jixwe îşaret bi wê rolê dike ku DYE ji bo QSD´ê pêş dibîne. Ango koalîsyona "nû" ya ku wê li dijî DAIŞ´ê bi ser keve. Ignatius dibêje, "ya rastî DYE´yê wê tercîh bikira ku artêşeke sunî bi gurçûpêç bike û wê perwerde bike da ku Reqayê, wî bajarê sunî, bistîne. Lê belê dibe ku ev bi salan dewam bike. Li aliyê din DYE dikare bi artêşa li cihê cih heyî re kar bike, ya Kurdên şervanên hişk û bi tecrûbe yên YPG´ê tê de serdest in."
Ignatius îşaret pê dike ku ku şervanên Sunî, Turkmen, Xirîstiyan jî di nava vê "hêza xurt" de ne û "Ev siyasî ne ya herî baş e, lê di warê eskerî de maqûl e".
Jixwe li ser vê mijarê General Votel gotiye "Em bi temamî neçar in ku bi tişta li ber destê xwe vî karî dewam bikin".
500 milyon dolarên din? Na!
David Ignatius bi bîr dixe ku niha yên xurt Kurd in û ne Sûnî, û pê re jî çêl li bernameya "perwerde bike û gurpêç bike" kir a ku 500 milyon dolar lê çûn, lê belê bi kêra tiştekî nehat û got, "Tevî liberrabûna hişk a Tirkiyeyê, fermandarên DYE´yê biryar da ku tevî şervanên Kurd ên di şer de hişk û xurt bûyî kar bikin, ew ên ku li Kobanê sala 2014´an ji hev de xist û dest bi rizgarkirina erdekî fireh ê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir".
Jin û mêr weke hev wêrek in
Dema behsa xurtiya hêza eskerî ya xurt a Kurdan dike, rojnamevan şervanên YPJ´ê ji bîr nake û dibêje, "Kurdên Sûriyê şervanên wêrek in, çi jin û çi mêr." Şêwirmendên DYE´yê yên li Rojava jê re behsa xurtê, wêrekî û şervaniya wan kiriye.
Li aliyê din rojnamevan îşaret pê dike ku Votel gotiye, DYE êdî ji şaşiyên xwe fêr bû û wê hewl nede hêzeke bêqisûr biafirîne, li şûna vê, ew ê hewl bide bi hêzên li cihê cih re kar bike.
Ji bo ku hemû alî bi ser kevin
Ignatius dibêje, gelek şêxên Ereb êdî ciwanên ji nav eşîrên xwe dişînin nav refên QSD´ê ji ber ku ew vê weke derfetekê dibînin û yek ji wan Şêx Muhammed el-Mila, şêxê eşîra Tuheyfa dibêje "Bi ya me YPG yekane hêza ku karibe me rizgar bike". Kino Gabriel ê ji hêza herêmî ya Suryanî jî bi heman rengî dibêje, "heke em bi hev re kar nekin, ji bo me hemûyan binketin heye. Yek ji me jî nikare bi tena serê xwe herêmê biparêze."
Bi her halî Ignatius navekî eşkere nekirî yê stratejiyê jî lê dike: "DAIŞ´ê niha bişkîne, paşê mitaleyan bike li ser siberoja Sûriyê.
NAVENDA NÛÇEYAN