Li seranserê Ewrûpayê jinên Kurd bi rengê xwe beşdarî çalakiyên rûreşkirina şideta li dijî jinê bûn. Wan kir ku dengê Jin Jiyan Azadî li kolan û meydanan vede.

 Li paytexta Saksonya Jêrîn Hannoverê, jinên Kurd navê şoreşgerên jin ên Kurd li ber konê agahdarkirinê yê li meydana navendî Steintorê li ser zemînî nivîsî.

Li seranserê Ewrûpayê bi rasthatina 25´ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Şideta Beramberî Jinê li gelek bajaran çalakî hatin li dar xistin û di hemûyan de jî xwedîderketina Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê û xwedîderketina destketiyên têkoşîna hevpar a jinê derket pêş.

Li bajarên Elmanyayê Koln, Duisburg, Neu-Ulm, Hannover, Stuttgart, Munchen, Hamburg, Grewenbruch û Euskirchenê, li bajarên Fransayê montpellier, Draguignan û Lorientê, li bajarê Swîsreyê Cenevre û Zurichê, li bajarên Swêdê Stockholm û Orebroyê, û gelek welat û bajarên din mirov û nexasim jî jin daketin meydanan û şideta li dijî jinê, sîstema tê de mêr serwer û êrişên dagirkeriya qirker ên li dijî Rojava rûreş kirin. Yên ji van derketin pêş em li jêr bi we xwînerên xwe re parve dikin.

KOLN: Li Kolnê bi hezaran jin hatin ba hev. Di çalakiyê de herî zêde jinên Kurd darîçav bûn. Di çalakiyê de Şoreşa Rojava hat silavkirin û peyama piştgiriyê li dijî dagirkeriyê hat dayîn. Di nava korteja jinên Kurd de Koma Erbanê ya Kevana Zêrîn gelekî bal bire ser xwe û tevî koma trampetê wan performansek jî nîşan da. Meş bi mîtînga li ber Gara Trênan a Navendî bi dawî bû.

STUTTGART: Li Stuttgartê cihê civînê ji bo çalakiya 25´ê Mijdarê meydana Rotebuhlplatz bû. Piştre jin meşiyan û di çalakiyê de slogana Jin Jiyan Azadî deng veda. Meş li ser rêya Marstallstraße bi gerandina govendê bi dawî bû. YXK Stuttgartê jî pankartên şideta li dijî jinê rûreş dikin, bi pirên li bajêr ve daliqandin.

MUNCHEN: Li Munchenê jin bi pankarta li ser wêneyê siyasetvana dagirkerên Tirk qetilkirî Hevrîn Xelef heyî kom bûn. Meclîsa Jinê ya Sara jî li ser navê jinên Kurd di çalakiyê de axaftinek kir. Jinên beşdar gelek caran slogana “Bijî YPJ” jî got.

HAMBURG: Li Hamburgê jinên ku ji du milan ve meşiyan li Altonayê gihiştin hev. Jinan xwest dawî li qetilkirina jinan û şideta li dijî jinê bê anîn. Wan peyama “Şideta li dijî jinê siyasî ye” da. Jinan yek ji kolanên herî mişt ên Hamburgê Feldstrasse jî li çûnûhatinê girt.

DUISBURG: Li Duisburgê bi sedan jinên ji neteweyên cihê beşdarî mîtînga ji bo 25´ê Mijdarê bûn. Jinên Kurd bi rengên xwe beşdar bûn û wan peyama dewleta Tirk û çeteyên wê bi dagirkeriya qirker dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin, da.

NEU-ULM: Li Neu-Ulmê bi slogana “Em dengbilind û biryardar in” li meydana herê mezin a navenda bajêr Petrusplatzê konekî agahdarkirinê hat vedan. Di dema çalakiyê de stranên Gerda Rieder a ji Koma Sirius gelek bal birin ser xwe.

MONTPELLIER: Li bajarê Fransayê Montpellierê Komuna Jinan a Delal Amed li Parka Peyrou çalakiyek da destpêkirin. Li ser banga wê jinên li vir civiyan di nava bajêr re meşiyan û sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” gotin.