Piştî ku Denîz bi xwişka xwe Sarya re bi hinceta dîtina xwişka xwe Binevş Reşîd diçin Çiyayê Xakurkê, li wir şahidî li şehîdbûna gelek gerîlayên jin dikin di şerê dewleta Tirk, PDK û YNK´ê li dijî PKK´ê de. Li ser vê herdu tevlî nava refên gerîlayan dibin.

BINEVŞ SARYA/BERÇEM CÛDÎ / JINNEWS/KOBANÊ

Denîz Firat rêwiya azadî û evîndara heqîqetê, di oxira ragihandina rastiya gelê xwe de canê xwe feda kir. Li ser şopa wê bi sedan keç û xortên welat kamera û pênûs hildan û bûn şopdarên xewn û xeyalên wê. Denîz Firat beriya bi 5 salan 8´ê Tebaxê di êrişeke DAIŞ´ê ya li bereya şer de şehîd bûbû. Li jêr em wê weke mirovek û şoreşgerekê didin nasîn

Leyla Yildiztan (Denîz Firat) sala 1984’an li gundê Xecê Xatûn yê navçeya Çildêran a ser bi Wanê ji dayik dibe. Denîz di 15’ê Tebaxa 1992’an de li gundê Sîdekan yê ser bi Diyanê li Başûrê Kurdistanê bi xwişka xwe ya jê biçûktir Şukran Yildiztan (Sarya Reşo) re tevlî nav refên têkoşîna azadiyê dibe. Sarya Reşo di 8’ê Tebaxa 1999’an de li herêma Metîna bi hevala Mediya re dikeve xefika pêşmergên PDK’ê û herdu ji bo bi saxî nekevin destê wan, bombeya xwe bi xwe de diteqînin û şehîd dibin.

Malbata Denîzê gelek caran rastî êriş û zilma dewletên Îran û Tirkiyeyê dihatin. Piştî ku tevgera Kurd bi pêş dikeve, malbata Denîzê jî dest bi xebatên Kurdîtiyê dike. Ji ber zextên dewleta Tirk ew hew dikarin li gundê xwe bimînin û sala 1990’î Denîz bi malbata xwe re koçberî bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê dibe. Li wir xwişka Denîz ya mezin Ayfer bi nasnavê Binevş Reşîd beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Ji wir neçar diçin Urmiye, ji Urmiye jî neçar diçin Çiyayê Xakurkê nava gerilayên Kurdistanê û piştî bi 15 rojan Denîz bi dayika xwe û xwîşk û birayê xwe yê biçûk re diçe gundê Sîdekanê. Piştî ku Denîz bi xwişka xwe Sarya re bi hinceta dîtina xwişka xwe Binevş Reşîd diçin Çiyayê Xakurkê, li wir şahidî li şehîdbûna gelek gerîlayên jin dikin di şerê dewleta Tirk, PDK û YNK´ê li dijî PKK´ê de. Li ser vê herdu tevlî nava refên gerîlayan dibin.

Rojnamevanî evîna wê bû

Denîz gelek salan ji bo têkoşîna jina Kurd û gelê xwe li ber xwe da û xebat kir. Piştî ku xebatên ragihandina azad bi pêş dikevin, Denîz bi dilxwaziyeke mezin sala 2007’an di nava xebatên çapemeniya jinê de cihê xwe girt. Di çapemeniyê de ew hem xwe bi awayekî bi lez bi pêş dixîne û hem jî ji hevalên xwe yên çapemeniyê re dibe alîkar. Denîz demek dirêj xebatên kovara Tanriça Zîlan ya li Qadên Parastina Medyayê û ji bo radiyoya Dengê Welat bernameya rojeva jinê çêdike. Sala 2011’an de dikeve nav xebatên ragihandina YRD’ê û li wir ciyê xwe di xebatên nivîskî û dîtbarî de digire. Her ciyê ku Denîz diçiyê li wê derê yan çavdêrî, yan wêne an jî dîmenekî balkêş digire. Sala 2013’an di konferansa rojnemevanan de Denîz weke koordînasyon tê hilbijartin û li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê rojnamevaniyê dike. Li wargehê rojnameya Rojeva Welat a heftane çap dike, li gel wê ji kanala Stêrk TV re bernamên taybet çêdike. Ji kovara Tanriça Zîlan re nivîsan dinivîse, di heman demê de ji ajansa JINHA’yê re nûçegîhaniyê dike û li gorî pêwistiya nûçeyan ji ajansên Rojnews û ANF’ê re çêdike. Her wiha di dema şopandina şer de bi rêya telefonê beşdarî bultenên MED nûçe, Stêrk Tv, Ronahî Tv, Çira Tv, Newroz Tv, IMC tv û radyo ya Dengê Welat dibe.

   

Lêgereke heqîqetê bû

Di 8’ê Tebaxa 2014’an de di dema şopandina şerê di navbera Çeteyên DAIŞ û Gêrîlayan de, Denîz bi giranî birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê û li wir ew şehîd dibe. Malbat, rêheval, têkoşerên azadiyê, Rojnamevan û gel bi rengekî girseyî cenazeyê wê dibin û li Çiyayê Qendîlê merasîma wê çêdikin. Paşê jî bi hezaran xelk, rojnemevan û malbata wê cenazeyê rojnemevan Denîz Firat li gundê wê Xecê Xatûnê dispêrin axê.Piştî şehadeta wê, xwişkên wê Binevş Sarya û Bêrîtan Medûsa li ser şopa wê rojnemevaniyê dikin. Rojnemevan Binevş Sara li şûna wê xebatên kovara Tanriça Zîlan, bernameya Rojeva Jinê ji bo radyoya Dengê Welat dike. Niha jî di xebatên ajansa JINNEWS’ê de cih digire.

Zimanê birîndar …

ji bo Denîz ziman gelekî girçng bû; wê di nivîsa xwe ya bi sernavê “Zimanê birîndar û boykot” digot, “Ziman, beden e. Erdnîgarî beden e. Çand beden e. Xwedî li bedena xwe derkevin. Ziman, xweza, çand ez ji wan hemûyan re dibêjim beden. Heger hûn xwedî li bedena xwe dernekevin wê serî bi kêrî tiştekî neyê, ti wateya wî nebe.”

Wê li ser Fermana 3´yê Tebaxê jî wiha nivîsîbû: “Weke yekê ji wan ên ku ji vê fermana Şengalê xilas bûbû digot, ´tenê dikarin wêneyên karesatê bikêşin´ zaroyên vî welatî çima wisa tên  cezakirin. Ji ber ku Êzîdî ne? Rast e ol di serdema me de wek amûrên karên gemar tê bikaranîn, lê sedemê komkujiya Şengalê ne tenê ev e. Komkujiya Şengalê weke peyamekê bû ji yekbûna Gelê Kurd a bi Rêbertiya Rêber Apo re.”

Ji bo zarokan û weke rexneyeke li sîstema kapîtalîst jî wê dinivîsî: “Çavê zarokên agir û rojê dikarin bibin vegotina şadî û hêviyan jî. Ji ber ku ew nobedarê hêviyê ne, heman demê ji bo vê hêviyê jî êşê dikêşin. Ew di awazê azadiyê de hem jan, hem jî janyar in. Dilbiçûkên azadîxwaz. Rojekê ew mezin bin, wê ji xwe şerm nekin, ji ber ku bi wan destên xwe yên biçûk beran, keviran davêjin hêvî kujan. Ji ber wê jî yê wisa nebêjin: Daristan tune bibin/ dar winda bibe/ ma ez ê ji zarokên pişt xwe re çi bibêjin. Dema dara dawî hate jêkirin, çemê herî dawî hate jehirkirin, masiya dewiyê hate kuştin; hûn ê bibînin ku pere jî nayê xwarin.”