Komek jinên ciwan ên Germiyanê ji bo nîşandana berhemên jinan ên bi destan, pêşangehek vekir.

Li ber Parka Leyla Qasim a navçeya Kelarê a ser bi îdareya Germiyanê, komek jinên ciwan ên xwedî huner, bi alîkariya Rêxistina Xelk û Rêxistina Rewşenbîrî ya Xanzad, pêşangeheke berhemên karê destan vekir.

Di pêşangehê de gelek tiştên ji bo raxistina nava malê, ji bo zarok, jinan û gelek tiştên ku rojane pêwîstî bi wan çêdibe, hatin nîşandan. Tiştên ku di pêşangehê de hatin nîşandan hemû, ji aliyê koma Jinên destrengîn a Germiyanê ve hatine çêkirin. Pêşangeh doh heta êvarê vekirî bû.

 

ROJNEWS / KELAR