Maşîna fezayî ya Emerîkî a bi navê Juno, ku par xwe gihand dora Jupîterê, ji cihekî nêz ve li dora bahoza antîsîklonîk a li derdora vê gerstêrkê firiya.
Daîreya Hewayî û Fezayî ya Emerîkayê (NASA) daxuyaniyek weşand û ragihand, ku maşîna fezayî ya bi navê Juno mohra xwe daniye binê serketineke girîng.
Li gorî vê yekê, maşîna fezayî bi qasî 9 hezar kîlometreyî xwe nêzî bahoza antîsîklonîk kiriye, ku weke “Deqa Sor a Mezin” tê binavkirin û 16 hezar kîlometreyan berê wê fireh e.
Deqa Sor a Mezin a li Jupîterê, ku mezintirîn gerstêrka li nava Sîstema Rojê ye, ji bo zanyarên li cîhanê hê jî yek ji fenomenên zehmet e bê kifşkirin.
Li gorî daxuyaniya NASA’yê, wêneyên ji aliyê maşîna fezayî Juno ve li vê derê hatine kişandin, wê di rojên pêş de werin weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN