Hêna jî 'zimanê nayê zanîn e'
Di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate destpêkirin hate îdîakirin ku "Pirtûk bi zimanê nayê zanîn hatin nivîsandin" peywir da Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hate îdîakirin ku pirtûka Porhat Felat "Roj Çû Ava Dereng e", Mehmet Emîn Yildirim "Mazlumê Me' û Şerefxan Cîzîri "Edebîyata devkî û Sosyalîzasyon", "Propagandeya rêxistinê kirin" Pirtûkên din ên bi riya çapemeniyê "Propagandeya rêxistinê kirin" jî yên Apê Musa yên bi navê "Vakkaî Name" û "Gundem Yazilari" bûn. Der heqê her 2 pirtûkan de piştî astengên burokatîk dozgeriyê lêpirsîn vekir gotinên Serokwezîr Erdogan ên di berî referandumê têkildarî Apê Musa de gotin ên "Em êşa Ape Musa yanî Musa Anter ji bîr nakin" tîne hişên mirovan.
'Berê bandrol paşê lêpirsîn'
Kordînatorê Giştî yên Weşanên Aramê Mehmet Emîn Teymûr roja borî li Edliyeya Amedê têkildarî 10 pirtûkên der heqê wan de lêpirsîn hate vekirin de îfade dan. Teymur, diyar kir ku pirsgirêkên têkildarî pirtûkên Musa Anter hêj di sala weşanê de derketin. Teymûr, anî ziman ku piştî demek dirêj wan bandrol girtin û pişt re jî dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Teymûr, da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê 3 pirtûkan de lêpirsîn da destpêkirin û ji bo pirtûka Şerefxan Cîzîrî ya bi navê "Edebîyata Dû Sosyalîzasyon" re gotina "Zimanê nayê zanîn" bi kar anî. Teymûr, da zanin ku wi der heqê 2 pirtûkên Musa Anter de îfade dan û dozgeriyê pirsa "Hûn çawa pirtûkên kesê jiyana xwe ji dest dan di weşînin" kir û wiha got: "Min jî dozger re got min welaklet ji zarokên wî girt û wisa weşand. Dozgeriyê got 'Zarokên wî wekaletê jî bidin hûn nikarin biweşînin' û pirsên 'Dema ku Musa Anter dijî ev pirtûk hatine weşandin', 'Di kîjan çapxaneyê de hatin çapkirin?' û 'Çima hatin çapkirin?' ên matmayî pirsîn. Têkildarî naveroka pirtûkan ên dê bibe sûc ji min nekirin. Tenê dibêjin bi rêya çapemeniyê 'Propagandeya rêxistin kir' dibêjin. Yanî em hêj çima lêpirsîn hate vekirin em nizanin."
Ji Dicle Anter nerazîbûn
Kurê Musa Anter Dîcle Anter, bertek nîşanî lêpirsînê da û diyar kir ku bavê wî JÎTEM'ê qetil kir û niha heman ramanê der heqê pirtûkê de lêpirsîn vekir. Anter, anî ziman ku pirtûkên gelek nîvîskar û wêjevanên jiyana xwe ji dest dan hêj tên çapkirin û wiha got: "Çawa dixwazin gelekî ji holê rakin dixwazin raman jî ji holê rakin. Navê vê yekê ne hiqûq ne jî dad e."
ANF/ENQERE