Komên çetê yên DAIŞ´ê dema li herêma Xabûr a Til Temir dagir kiribûn, deverên ji bo gel pîroz û dîrokî rûxandine. Dêrên ku çeteyan wêran kirin, bi xweşikbûn û bedewiya xwe têne naskirin. Çeteyan ew xweşikbûn wêran kirin û tenê xirabe li pey xwe hiştin.
Piştî ku dagirkirinên girêdayî Birîtaniya di sala 1933’an de li dijî Xiristiyaniyên Îraqê (Ermen, Kildan, Asûrî û Suryanî) li herêma Sîmîl komkujî pêk anîn. Asûriyan berê xwe dan herêma Til Temir û li gundên Til Temir bi cih bûn. Gelê Asûrî li gundan dêr avakirin. Dêrên wan bi awayekî rêkûpêk hatin avakirin.
Di 23’yê Sibata 2015’an de komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî gundên Xabûrê yên herêma Til Temir kirin. Çeteyan bi dehan gundên Asûriyan dagirkirin û bi sedan welatiyên Asûrî revandin. Çeteyên êrîşkar mal û milkên welatiyan û dêrên di gundan de hatibûn çêkirin wêran kirin.
Li deh gundan dêr wêran bûne
Li gorî raporên ji aliyê Asûriyan ve hatin amadekirin, komên çete herî kêm 10 dêr ên ku li gundên Til Şamîran, Mar Bîşoi, Til Tala, mar Selîba, Til Goran, Mar Zeya, Ub El-Tîna, Ma Şamûn, Til balûa, mar Qiryaqus, Qebir Şamiya, mar Şîtla, El-Xerîta,Til Mexat, Mar Odîşo û Til Hirmiz in, weran kirine.
Di hin gundan dewsa dêran tenê bermahiyên teqandinê mane. Çeteyan li gel avahiyên dêran Încîlê ku di nav deran de bûn qetandine û şewitandine.
Welatiyên Asûrî bang li Şaredariya Gel a Til Temir kirin ku bermahiyên deran rabikin û amadekariyên jin nû ve avakirina wan deran bikin.
Her wiha welatiyan bang li hemû welatiyên Asûrî kirin ku dest ji gundên xwe bernedin û careke din vegerin gundên xwe û jinû ve ava bikin.
DILSOZ DILDAR/TIL TEMIR