Ger ku ev dêr neyê parastin dê xera bibe. Warên dîrokî yên li gundê Bakraçliya Jor ji Heft Dêran niha tenê Dêra Dayika Meryem li ser piyan maye. Dêra Dayika Meryem ku warekî ermeniyan a dîrokî ye ji ber ku bi salan e bê xwedî û xalî ye wêran dibe. Niha bi hatina zivistanê re dîsa ev warê dîrokî di bin berf û barane de ma.


Notirvan heqê ceyranê dide
Dêra ku banê wê hilweşiya ye û bi xerabûnê re rû bi rû maye, bi hatina zivistanê û barina berf û baranê re bêtir ket nava xeteriya hilweşînê ye. Li gel ku deriyê wê girtî ye jî her meh bi rêk û pêk fatureya elektrîkê tê şandin û notirvan heqê elektirîkê dide. Li şûna ku dewlet heqê ceyranê bide, bi sedema ku îbadet lê nayê kirin dewlet heqê elektirîkê nade. Notirvanê Dêrê Mehmet Çoban ku 35 salin notirvaniyê dike anî ziman ku ew korê hirî û laçikan difiroşe turîstan û heqê elektrîka dêrê dide.

Dewlet alîkarî nake

Çoban anî ziman ku her sal bi hezaran turîst tên dêrê ziyaret dikin û hemû ziyaretvan hestên xwe li lênûsta dêrê dinivîsin. Çoban da zanîn ku ziyaretvan bi zimanê ermenî, erebî, tirkî, îngilîzî û kurdî hest û ramanê xwe li vê lênûskê dinivîsin. Çoban destnîşan kir ku ji ber berf u baranê der di bin avê de dimîne û lênûsk jî şil bûye. Çoban da zanîn ku turîstên dêrê ziyaret dikin, pirsa çima dêr nayê parastin dipirsin û heta niha 4 lênûskên ku ziyaretvanan hestê xwe lê nivîsandine heye.

DIHA/WAN