Gelek definegerên ku li dêrê li berhemên dîrokî digerin hemû kevirên dêrê hilweşandine û dêr wêran kirne. Hate zanîn ku gelek kevirên dêrê hatin rûxandin û birin muzeya Wanê.
Li hemberî vê rewşê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Colemêrgê Ozçelik Yildiz, anî ziman ku ji bo ew dîrok û çandê biparêzin dê rewşa dêrê bibe rojeva meclîsê û li çareseriyê bigerin. Yildiz, anî ziman ku ew dê li hemberî vê rûxandin û hilweşînê bêdeng nemine.
COLEMERG