Li bejahiya Dêra Zorê, çeteyên ku êrişî nuqteyên QSD’ê kirin, derbeke giran xwarin. Di şer de 46 çete hatin kuştin. 

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 87’an de dewam dike û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin. Çeteyên DAIŞ‘ê ku li ber xelasbûnê ne, êrişê dibin ser bendên QSD’ê û bi vî rengî hewl didin emrê xwe dirêj bikin.

Çeteyên DAIŞ’ê doh danê sibê êriş birin ser nuqteyên QSD’ê yên li gundên Ebû Hemam û Siwedahê.

Şervanan bersiv da çeteyan û şerekî dijwar li vir dest pê kir. Di encama vî şerî de 46 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û wesayiteke çeteyan a bombebarkirî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate bêbandorkirin.

Di vî şerî de 2 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.

Dema nûçeya me dihat amadekirin, êrişa çeteyên DAIŞ’ê bi giranî hatibû şikandin, lê belê hîna jî li hin cihan, carinan şer diqewimî. n DÊRA ZORÊ