Li ser rûyê zemînê, li tevî geyê(giya) çi bêkok e, çi bê ra û rîşal e? Tiştekî bêkok, bêra û rîşal dikare bêyî tîhna rojê, bêyî av û rewayê, bêyî ax û hewayê şîn were, aj bide; xwe bi pel û pelçiman bixemilîne, şax û guliyan li xwe zêde bike, kulîlkan vede, ber bide?
Heke bersiva pirsa li jorê ‘na’ be, wê gavê helbest jî, helbesta ku îro jî ‘parezgeha pîrozwer a ziman’ e; ne bêkok e, ne jî bê ra û rîşal...
Ji ber ku bi vê dabaşa ‘bikokî’ û ‘bêkokiyê’ ve têkildar e, li vir dixwazim gotina pêşiyan ’ her geya li ser koka xwe şîn têt’ bîr bînim.
Em nebînin jî; heke em dest bavêjin teyekî geyê û bixwazin hilbikin; -zirav zirav, mûyîn bin jî- em ê bibînin ku, geyayê ku me ji axê vebiriye/hilkiriye, ne bêkok e!
Koka geyê ma ne bi saya tîhna tavê, sura hewayê û hênikahiya avê xwe berdide malzaroka axê? Û, ku ne ji rayên di hinavên axê de bin, geyayê li ser tayekî dikare li ser rûyê axê wisa çit, li ber baweşînka bayî doş bibe, bireqise?
Axa ku piştî zayînê jîngeha mirov e û bi dûre, piştî mirinê dibe qebra wî, çawakî koka her heşînahiyê di malzaroka xwe de xwedî bike, ew, li ser rûyê xwe ji dem û dewranên bêsalix de zimanê qewmekî, qewmekî ku zimanê wî ‘koka’ wî ya li ser axa ku li serê dijiye jî, dijîne.
Ew jiyîn bo qewmekî û zimanekî bi ‘milkkirina’ axê re ji serdemekê û pê ve veduguhere pevrejiyînê: Ax û ziman û qewm!
Li qetebejahiya ku ji qalûbelayê ve Kurd li serê dijîn û dimrin, dikujin û xwe didin kuştin; heke ne ‘mîrateya netewî’ Kurdiya ji bav û kalan de bi Kurdan mayî bûya, Kurd dê nebûna wekî vê pirse-zûgotinoka di dema zaroktiyê de ji me dihate kirin: Kaçûmanok çiye?
Wekî ya nîskan, ya genim, ya ceh; ma kaya nokan jî nîne?
Baş e, heke tu bidêrînî, li şûna kayê çi dimîne?
Dêrandina li ber bayê zemên li rexekî; her qewmê ku çav berda axa ku hê jî tewlên hepsên me û çêreya keriyên mihên me ye; farisan, ereban, tirkan (bi taybetî tirkan)zimanê xwe kirin melhêb, li ser vê axê bêndera zimanê xwe raxistin, da bi Kurdî re rabirdû û dahatûya qewmekî jî bidin ber bayê zimanê xwe û bidêrînin!
Wekî gotina ‘yê ku zane zane, yê nizane baqê nîskan e’; yê ku karîn bidêrin, dêrandin; yê yê ku nekarîn, hêrandin; û hinek newal û nawal serî wan gerandin…
Werin; ji devla stirana ‘ dêranê li min dêranê’, em helbestekê, helbesteke wekî stirana ‘dêranê’ koka wê zimanê Kurdî ye û li ser axa Kurdan şîn hatiye, bi melhêba zimanê xwe bidin ber bayê êşeke jibînebûyî û bidêrînin:
li beyarên Hezaza Rûtan*
li kendalên Keleha Zêrzewanê,
li van derdoran
kulîlkek vedibe b’ xecê re
bi lîlozê re, bi binefşê re
kulîlkek vedibe, kulîlkek:
ta ta kirîv, bejn bejn nîsan!
“her giya li ser koka xwe” heyran
bi bîna xwe her kulîlk,
her gul bi rengê xwe
ku vebin li bexçeyê dilî, li milkê dilî
û her stran ji devê endelîyekî,
bi awaza xwe…
dîrok feqîrokek weqa-nûs e li vê keviyê
zêrr dikirre, şûr dibirre, xame dinivîse:
nîsan qefle qefle, rê pêxwas
lêmişt qewmek bû, li ber pêlên lehiyê!
ji kîjan pêlê filitî Etyen?
tu Margosyan, Hrant tu
ji Mehella Gawiran î tu,
an ji Qeraxa Golê?
‘Wan bilêta Migirdîç’î birrî
ber bi Stenbolê ve’
li Madenê hat pirsîn ji ya j’qirrê filitî:
‘Bêje Margos, tu ji kû bûyî?’
ez ji kû bûm Hrant, tu ji kû bûyî?
Gerapêt ji kû bû, Dîkran ji kû bû?
kalê min cîranê kalê te bû, ez kirîvê te
ne ji wir im li dû te, ez jî ne ji vir im.
li welatekî digerim, Jaklînê:
her kişwer bihar, her heyv nîsan.
biqasî min bêriya Ûsivê Filleh dike, taxeke Nisêbînê!
*Helbesta bi sernavê ‘Agos’
Payîza Peyvê, Arjen Arî, Wş. Belkî, 2011
DÊRANDIN