Derba mirinê li ser serê DAIŞ’ê
QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan hemleya rizgarkirina bajarokê Dişîşa ya Hesekê û parastina ewlekariya sînorê Sûriyê û Iraqê daye destpêkirin.
Daxuyanî li gundên başûr-rojhilatê Hesekê bi beşdarbûna hejmarek fermandarên QSD'ê ji aliyê Berdevka Fermî ya Bagera Cizîrê, Lîlwa El-Ebdulah ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Hemleya Bagera Cizîrê de û piştî ku hêzên me rizgarkirina Baxozê temam kir û dor girt li herêma ku çeteyên DAIŞ'ê xwe lê bi cih dikirin, hêzên me niha destpêkirina hemleya eskerî ya rizgarkirina bajarokê Dişîşe ya Hesekê radighîne."
Bajarokê Dişîşa navenda wê ye
Di daxuyaniyê de hat gotin, DAIŞ li devereke bi qasî 3 hezar kîlometir çargoşeya parêzgeha Hesekê de hene û wiha pê de çû: "Şerê me ber bi Dişîşa ve berdewama xebatên parastina ewlekariya sînorê Sûriyê bi Iraqê re ye ku li başûr-Rojhilatê Hesekê ye û rizgarkirina tevahiya gundê Parêzgeha Hesekê ji hebûna rêxistina DAIŞ a terorîst armanc dike. Hîn jî terorîst di herêmeke bi qasî 3 hezar kîlometir çargoşe ya parêzgeha Hesekê de hene. Herêma ku bajaroka Dişîşa navenda wê ye.
Ji bo tinekirina terorê
Hemleya rizgarkirina Dişîşa li ser esasê planekê ye ku berê hatiye amadekirin û bi awayekî kordînekirî bi Artêşa Iraqê û Koalîsyona Navdewletî re pêk hatiye. Hêzên me li gorî wê pîlan û şêwira hevbeş a ji bo tinekirina terorê û têkbirina wê ber bi bajaroka Dişîşa ve wê biçin. Armanc parastina ewlekarî û aramiya herêmên rizgarkirî û şêniyên herêmê yên salên derbasbûyî gelek zilm û zordarî ji destê çeteyan kişandin.
Armanca me ji vê hamleyê rizgarkirina tiştê mayî ji xaka başûr-rojhilatê Hesekê ye.
Hemleya me ya Bagera Cizîrê ji ber êrişên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li dijî kantona Efrînê, hatibûn rawestandin. Lê hêzên me QSD di 1'ê Gulana derbasbûyî de careke din hemle dewam kir.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleyê de hêzên me bi pêş ketin û herêmeke berfireh ji xaka ku gundê Baxoz jî di nav de rizgar kir. Ev hemleya ku hêzên me ragihandiye bi armanca rizgarkirina tiştê maye ji gundên başûr-rojhilatê Hesekê û paqijkirina xeta sînorê me yê bi Îraqê re ye." HESEKÊ