KNK: Zexteke ne yasayî li ser Tevgera Azadî heye û dixwazin baregehên wan bigirin. Em bang li aliyên peywendîdar dikin daku karekî bi vî awayî nekin, ji bo ku nav û dengê demokrasiya li Herêma Kurdistanê winda nebe.
Hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê doh avêt ser ofîsên Tevgera Azadî (TEVGER) li bajarokê Kifrî a ser bi Kelar a Herêma Germiyanê û li navçeya Koyê ya ser bi Hewlêrê û herdu ofîs jî girtin. Şandeyeke KNK’ê li Silêmanî ji bo destekê çû serdana navenda Tevgera Azadî.
Hêzên asayîşa bajarokê Kifrî piştî daxuyaniya Qubad Talabanî doh avêtin ser navenda Tevgera Azadî ya li Kifrî û ew girtin. Li dijî girtinê endamên Tevgera Azadî nexwestin navendê vala bikin, lê hêzên asayîşê bi zorê navend dan valakirin.
Li Koyê jî ofîs girtin
Hêzên Asayîşa navçeya Koyê ya Hewlêrê jî danê sibehê ketin hundirê ofîsa Tevgera Azadî û belgeyên tescîla partiyê xwestin. Rêveberiya Tevgera Azadî jî belgeyên fermî yên ku nîşan didin li gelemperiya Iraqê tescîlkirî ye nîşan dan. Rêveberiyê diyar kir, wan belgeyên ji bo Herêma Kurdistanê jî pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kirine, lê ji sala 2014’an û vir ve, bersiva wan nehatiye dayin.
Rayedarên Asayîşê, “heta ku belge ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bên tescîlkirin” tabelaya ofîsê daxistin û ofîs girtin.
Asayîşa Germiyanê jî dixwaze ofîsa Tevgera Azadiyê ya li Kelarê bigire. TEVGER jî destûrê nade ku ofîs bê girtin û li ber xwe dide.
Xizmeta dagirkeran e
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah, li ser dorpêçkirina saziya wan got, “Desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê, dixwaze xwe radestî dagirkeran bike. Lewma dixwazin li pêşiya kar û têkoşîna Tevgera Azadî bibin asteng.”
Şandeyeke KNK’ê li dijî hewldanên girtina Navendên Tevgera Azadî li Herêma Kurdistanê bi armanca piştgiriyê serdana Navenda sereke ya Tevgera Azadî kir. Piştî serdanê, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir axivî û got: “Em Hêvîdar in ev mijar ji vê mezintir nebe û ziyanê negihîne gelê Kurd, bi taybet bila ev mijar ti ziyanek nede Herêma Kurdistanê, ji ber ku li Herêma Kurdistanê dengê azadiya fikir û rengên cuda bilind dibe.”
Piştî wê, endamê şanda KNK’ê Firyad Hîranî got, “Zexteke ne yasayî li ser Tevgera Azadî heye û dixwazin baregehên wan bigirin. Em bang li aliyên peywendîdar dikin daku karekî bi vî awayî nekin, ji bo ku nav û dengê demokrasiya li Herêma Kurdistanê winda nebe.
Li gorî me ev biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser zextên herêmê hatiye derxistin. Bi taybet dewleta Tirk ku niha hêzeke mezin şandiye Başûrê Kurdistanê. Nabe Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê bi pejirêne.”
Belegeyên çi?
Di 25’ê mijdarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew ê partî û rêxistinên fermiyeta wan nîne, bigirin. Piştî vê daxuyaniyê di 26’ê Mijdarê de hêzên Asayîşa Silêmaniyê çûn navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û pirsa “fermiyeta we” kirin.
Tevgera Azadî ku li ser asta Iraqê fermî ye, ji 2014´an ve li benda bersiva miracaeta xwe ya ji Herêmê ye. Di 27’ê Mijdarê de jî, hêzên Asayîşa Silêmaniyê careke din çûn navenda Tevgera Azadî û di dawiya arîşeyê de gotin, “pêwîst e hûn di nava 24 saetan de belgeyên xwe temam bikin” û ji navendê derketin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ