Navenda Ragahiandin û Çapemeniyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehdî Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistine û dest nîşan kir ku artêşa Tirk di operasyonên li Kato Jîrka lidar xistin de çekên kîmyewî bikar aniye.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi çalakiyên hêzên xwe yên li navçeyên Colemêrgê kir û got: “ Li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Çelê û Şemzînan a Colemêrgê çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Hêzên me 5’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Mezlûm ê girêdayî navçeya Çelê ya yekîneyekî dijmin kirine hedef û 2 leşker hatin kuştin. Dîsa heman rojê li dijî leşkerên Tirk ên ku bi wesayîtên sivîl hewldan derbasî gir bibin cara duyem çalakî hat lidarxistin. Li aliyê din li Girê Şehîd Mazlûm çalakiyeke sekvaniyê hat lidarxistin û leşkerekî Tirk hate kuştin.
Bi cerdevanan operasyon
HPG’ê diyar kir ku leşkerên Tirk 2’ê Tîrmehê bi piştgiriya cerdevanên ji gundên Peyas û Nîşê yên girêdayî Colemêrgê li devera Gundê Arê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kirine. Lê operasyon 4’ê Tîrmehê bê ku encamekê bigire vekişiye. Dîsa di heman rojê de li Herêma Şehîd Axîn a Mûşê operasyona bi piştgiriya helîkopterên Kobra, balafirên şer û balafirên bê mirov dest pê kirî bêyî encam bigire, 4’ê Tîrmehê vekişiya. Hêjayî gotinê ye ku HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk di vê êrîşê de bi Kobrayan herêm bomberdûman kiriye.
Li Dêrsimê yeman e leşkeran
HPG’ê dest nîşan kir ku leşkerên Tirk li Dersimê bûne hedefa yekîneyên wan û got: “Leşkerên artêşa Tirk a mêtînger li Herêma Merxo ya girêdayî navçeya Pulur a Dersimê bûne hedefên hêzên me. Li gorî agahiyên hatin girtin di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
Artêşa dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne
Li ser operasyona li Şirnex HPG’ê diyar kir ku ji 19’ê Nîsanê û vir ve artêşa Tirk li herêma Şirnex operasyona xwe didomîne û HPG’ê got: “Ev operasyona 21’ê Nîsanê bi beşdariya cerdevanên Jîrka û kontrayan ku Herêma Kato Jîrka digire nava xwe berfireh bûye. 25’ê Nîsanê gelek balafirên şer ên artêşa Tirk Herêma Kato Jîrka bi dijwarî bomberdûman kirine. Di bomberdûmanê de hêzên dijmin çekên kîmyewî jî bikar anî ne.
27’ê Nîsanê hêzên dagirker, xwstine bikevin qadên gerîlayan û li hember vê jî gerîlayan berxwedanekî mezin dan. Gerîlayên me yên ku di nêz de bi awayekî pir xurt li dijmin dan, kontrayek û çawîşekî pispor birîndar bû, debaceyek û çeke AK-27 desteserkirine. Hêzên artêşa Tirk nekarîn bikevin qadên gerîla, herêm bi balairên şer bi dijwarî bomberdûman kirine. Dîsa di vê bomberdûmanê de çekên kîmyewî jî hatine bikaranîn.
Bi qasî ku hêzên me di van operasyonan de zelal kir hêzên dijmin 27 caran bombeyên gazên kîmyewî bikar anîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN