Reqa hem ji bo Sûriyê hem jî ji bo tevahiya gelên li Sûriyê bajarekî xwedî stratejîk e. Girîngiya wê hem ji erdnîgariya wê hem jî ji hêla civakî tê. Ji bo wê hîn di destpêka şoreşê de hêzên îslamî ên tundraw li ser hestên gel ên olî û civakî lîstin û xistin xizmeta desthilatdariya xwe.
Ev sê sal in ku Reqa di destê komên çete de ye û weke paytexta xwe bi nav dikin. Ji wir êrişên xwe li ser gelan, kom û baweriyên din pêk dianîn. Di van sê salan de gelê Ereb jî di nav de hemû gelan êşên mezin ji destê van komên çete kişandin. Bêguman tu hêz li ser êşa van gelan nehizirî û ji bo rizgarkirinê hewl nedan. Berovajî, wê hem koalîsyona niştimanî Sûrî, hem jî hêzên cîhanî ku li ser siberoja Sûriyê nîqaş dikin, ev komên çete weke grûbên Artêşa Azad didîtin û li gorî berjewendiyên xwe nêzî wan dibûn. Ta ku Kobanê hat rizgarkirin û navbera kantona Kobanê û Cizîrê vebû. Dîsa piştî pergala federasyona demokratîk ya Rojava-Bakurê Sûriyê hate îlankrin.
Bêguman Reqa di erdnîgariya Bakurê Sûriyê de xwedî girîngiyeke mezin e, pêwîst e rojekê beriya ya din bê rizgarkirin. Lê dema federasyona Rojava-Bakurê Sûriyê hate îlankirin hem hêzên muxelefetê hem jî hêzên cîhanî fêm kirin ku yekbûna vê herêmê di hêla cografîk de êdî mijarek jêveneger e. Ji bo me jî weke hemû gelên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê jî riya rizgarkirina Reqayê di rizgarkirina Minbic û Şehba re derbas dibe. Li ser vê yekê jî pêngava rizgarkirina bakurê Reqayê dest pê kir. Niha bi hezaran şervan û grûbên ji hemû pêkhateyan û bi taybetî jî grûbên ji pêkhateya Ereb ên ji herêma Minbic, Sirrîn, Girê Spî û heta ên ji Reqayê beşdarî vê pêngavê bûne û meclisa leşkerî ya Minbicê pêşengiya vê pêngavê dike.
Lê ji roja vê pêngavê dest pê kiriye ve di serî de Tirkiye, muxelefeta girêdayî wan, Rejîm, Îran, Rûsya û heta PDK, her kes ketiye dewrê û dixwazin di vê operasyonê de cih bigirin. An jî bi şêwazekî beşdarî vê pêngavê bibin. Ji milekî ve Emerîka beriya hilbijartinan dixwaze Reqayê bigire ji bo xwe bike amûreke hilbijartinan. Ji milekî ve Rejîm bi desteka Îran û Rûsyayê sûdê ji destwerdana me dibînê û ji milekî din ve dest bi êrişan kiriye. Ji milê din ve jî û ya herî xeter Tirkiye bi tifaqa Sunî ya di navbera xwe, PDK û hin grûbên çete artêşa bakur îlan kir û ji Emerîkayê dixwaze, dest ji desteka QSD’ê berde û bi wan re hevkariyê bike û li van herêman dest bi operasyonekê bike.
Ev hemû hewldan jî ne ji bo endam û çavên gelê li Reqayê ne, hemû jî ji bo berjewendiyên xwe û avakirina serweriya xwe ya li ser van herêman di nava hewldanê de ne. Sedema herî bingehîn jî hemû bi hevdû re li dijî pêngava hatiye destpêkirin e. Naxwazin ev herêm bi destê hêzên me bên rizgarkirin û li wir pergala demokratîk û jiyana hevbeş bê avakirin. Li ser vê bingehê hemû hêzên dijber, dezgehên çapemeniya şerê taybet û di serî de jî dewleta Tirk mîna ku har bibe, ketiye nava hewldanên tehrîkê û li ber çavên cîhanê hemûyî her roj sînorên me pin pê dike û li dû provokasyonan e ku bike sedema dagirkirina xaka Rojava. Reqa tenê hincet e, rizgarkirina Reqa ne derdê kesî ye.
Lê tevî van hemû komplo û senaryoyên kirêt jî hêza yekane bi bandor hêza li ser erdê ye û ew bi rastî dixwaze Reqa rizgar bibe. Va ye, di pratîkê de jî ew yek diyar e. Di van çend rojên pêngavê de gundên tên rizgarkirin, gelên wan gundan bi coş û kelecaneke mezin şevanên QSD’ê pêşwazî dikin. Kenê bi hêsir ên li ser lêvên zarok û dayikan tu wateyê ji polîtîkayên komployan re nahêle. Tenê ên dijîn dizanin ku ew ê êdî bêtirs û bi rûmet bijîn. Di hêla sosyolojîk de jî ya herî mayînde ev jiyana hevbeş e. Gav bi gav ev jiyan tê hûnandin, êdî Reqa weke herêmeke bakurê Sûrî wê bi awayekî azad û serbilind pesnê xwe bide. Îdîayên din hemû pûç û vala ne.