Fermandarê Erka Parastinê û kevnefermandarê Pêşemergeyên Roj, Riyad Hisên bang li hemû endamên Pêşmergeyên Roj kir ku vegerin warên xwe, beşdarî parastina axa xwe bibin û li dijî komên terorîst li ber xwe bidin.

Yek ji serdarên berê yê Pêşmergeyên Roj, Riyad Selahedîn ku niha di nav Hêzên Erka Xweparastinê de fermandar e, behsa armanca avakirina koma Pêşmergeyên Roj û bikaranîna wê ji aliyê dewleta Tirk û rayedarên Başûrê Kurdistanê ve, kir.

Riyad Selahedîn Hisên ji Qamişloyê ye û wek serdarên hêza yekemîn a komên Pêşmergeyên Roj û damezirînerên wê ye. Riyad Selahedîn Hisên diyar kir ku piştî wî rastiya armanca avakirina Pêşmergeyên Roj nas kiriye, jê vekişiyaye. Wî rastiya di nava Pêşmergeyên Roj de û aliyên ku alîkariya van koman di şerê li Xanesorê de, eşkere kir.

Destpêka damezirandina komên Pêşmergeyên Roj û mercên wê,

Riyad Hisên sala 2012’an yek ji kesên damezirîner ê van koman e. Riyad Hisên li gel hin dostên xwe, bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re civiyaye da ku vê hêza eskerî ava bikin.

Civîna yekemîn a avakirinê

Riyad Hisên diyar kir ku yek ji mercên wan ên avakirina vê hêzê ew bûye ku danûstandinê bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re û heta bi partiyên din re jî nekin û derbarê vê de got, “Di civîna yekemîn a avakirina vê koma çekdar de em bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re civiyan. Wê demê, merca me ya tekane ew bû ku em bi ti partiyên siyasî ve neyên girêdan û bi taybetî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS). Sedema me ya vê negirêdanê jî ew bû ku ev partî di karên xwe de bi ser neketin. Di civîna yekemîn de ev negirêdana me ji aliyê wan ve nehat qebûlkirin û Herêma Başûrê Kurdistanê jî ev merca me erê kir.”

Berxwedana Kobanê ew parçe kir

Sala 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê bi hejmareke mezin û bi çekên giran ku ji her du artêşên Sûriye û Iraqê li Mûsil û Reqayê wergirtibûn, êrişî Kobanê kir. Berxwedana ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê ya li Kobanê, paya rayedarên başûrê Kurdistanê hejand û îdîayên van rayedaran serobin kirin. Girêdayî vê mijarê, Riyad Hisên got, “Piştî berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê, hemû îdîayên rayedarên Başûr derew derketin û îsbat bû ku YPG û YPJ hêza tekane ne ku dikarin axa Rojava ji terora DAIŞ‘ê biparêzin. Di encamê de di nava Pêşmergeyên Roj de parçebûn çêbû û gelek kesan berê xwe da Rojava û vê yekê hişt ku paya rayedarên başûrê Kurdistanê biheje.”

Koalîsyonê xwest fermandariya YPG’ê qebûl bikin

Riyad Selahedîn Hisên sala 2015’an bi rayedarên Koalîsyona Navneteweyî re dicive. Di civînê de rayedarên koalîsyonê ji Riyad û hin fermandarên din ên Pêşmergeyên Roj dixwazin, xwe ji alîkariya YPG û YPJ’ê re amade bikin û ji wan re piştrast dikin ku derbasbûna wan a herêmên Rojava dê di bin fermandariya YPG û YPJ’ê de pêk were û Pêşmergeyên Roj dê wek hêzeke girêdayî YPG’ê tev bigerin. Riyad Hisên da zanîn ku wî daxwaza Koalîsyonê erê kiriye û koalîsyonê ji rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê xwestiye ku bi fermandaran re bicive da ku xwe ji alîkariya bi YPG’ê re amade bikin.

Rayedarên Başûr pêşniyara Emerîkayê red kir

Civîn di navbera fermandarên pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, Pêşmergeyên Roj û Koalîsyona Navneteweyî û hin partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de pêk tê. Riyad Hisên jî yek ji beşdarên vê civînê bûye. Di civîna yekemîn de pêşmergeyên Başûr û şandeya ENKS’ê pêşniyaza Emerîkayê ya derbasbûna herêmên Rojava bê şert û merc qebûl nekirine û pêşmergeyên Başûr ji Koalîsyona Navneteweyî xwestine, dema ku pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin, bajarokê Rimêlanê wê bikeve bin serweriya wan. Koalîsyonê jî daxwaza pêşmergeyên Başûr qebûl nekiriye û civîn bê encam maye. Hêjayî gotinê ye ku kontrolkirina bajarokê Rimêlanê wê demê mijara sereke ya aliyên Başûrê Kurdistanê bû.

Bi tawanbariya sîxuriya Emerîkayê

Piştî ku civîn bi dawî bûye îstixbarata girêdayî rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê 6 efser ku Riyad Selahedîn Hisên yek ji wan bûye û 60 endamên din ên Pêşmergeyên Roj bi tawanbariya sîxuriya Emerîkayê û koordîneya bi YPG’ê re girtine. Hisên û 5 efserên din 4 mehan di zindaneke li Hewlêrê de mane.

Derdê wan petrol e ne alîkariya Rojava

Girêdayî tişta ku di civînê de rû dayî, Riyad Hisên got, “Di civînê de aliyên girêdayî desthilatdariya Başûrê Kurdistanê daxwaza Rimêlanê kir da ku Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin.”

Li vir careke din eşkere dibe ku herêma Başûrê Kurdistanê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ti niyeta wê ya alîkariyê ji bo berjewendiya gelê Kurd tûne bûye. Lê belê armanca wê ya tekane wergirtina pere û petrolê bûye. Daxwaza wan a wergirtina Rimêlanê ku gelek bîrên petrolê tê de hene, armanca desthilatdariya herêma Başûrê Kurdistanê zelal eşkere dike.

Dîrok wê lanetê li wan bike

Riyad Hisên got wî gelek caran hewl daye rewşa Pêşmergeyên Roj biguherîne û ji bo alikarîya YPG û YPJ’ê derbasî Rojava bibin, û wiha pê de çû: “Ez dizanim ku ev hêz nikare derbasî Rojava bibe. Ji ber ku siyaseta rayedarên Başûr berovajî daxwaza gelê Rojava ye. Rayedarên Başûr berovajî vê Pêşmergeyên Roj li dijî YPG û YPJ’ê bi derewan sor dikirin. Em ji aliyê rayedarên Başûr ve li dijî Rojava dihatin bikaranîn. Derbasbûna Pêşmergeyên Roj a Rojava dê wekî xewnekê bimîne û dîrok dê lanetê li wan bike. Gelê me li Rojava dê hesab ji wan bipirse ji ber ku li hemberî van destdirêjiyan bê deng diman.”

Vegerin nav hêza YPG’ê

Riyad Selahedîn Hisên, piştî çend salan ji êşa di nava Pêşmergeyên Roj de biryara vegera xwe dide. Nemaze piştî ku fedakariya şervanên YPG û YPJ’ê li Rojava dibîne û beşdarî nava Hêzên Erka Xweparastinê dibe. Riyad Selahedîn derbarê vegera xwe de wiha peyivî: “YPG’ê bandoreke erênî li min kir, nemaze piştî ku parastina axa welat û rûmeta gel kir. Tevî ku ev hêz nû hatiye avakirin, birêxistinkirina wê hişt ku wek artêşeke fermî were naskirin û ti hêz nikare li hemberî wan derkeve û bi taybet piştî berxwedana wan li Kobanê û gelek deverên din li dijî rêxistinên terorîst.”

Hewl didin rastiyan berovajî bikin

Riyad Selahedîn Hisên diyar kir ku rayedarên Başûrê Kurdistanê gelek gotegotan di nava Pêşmergeyên Roj de belav dikin, dibêjin YPG û YPJ kesên vegeriyane Rojava digire; vê jî dike da ku rê li pêşiya wan Pêşmergeyên Roj bigire ku dixwazin vegerin Rojava. Li ser mijarê Riyad Selahedîn Hisên got, “Rayedarên Başûrê Kurdistanê der heqê YPG’ê de derewan belav dikin û îdîa dikin ku YPG kesên vedigerin Rojava dikuje yan jî digire. Ez ji her kesî re piştrast dikim ku ev îdîayên rayedarên Başûr dûrî rastiyê ne. Gelek endamên Pêşmergeyên Roj peywendî bi min re kirin û gelek ji wan dixwazin beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê bibin.”

Beşdarî nava Hêzên Erka Xweparastinê bû

Riyad Selahedîn Hisên piştî ku vedigere Rojava, beşdarî nava Hêzên Erka Xweparastinê dibe û niha wek fermandarekî di akademiya eskerî ya girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê de cih digire. Riyad Hisên bang li hemû endamên Pêşmergeyên Roj kir ku vegerin warên xwe û beşdarî parastina axa xwe bibin û li dijî komên terorîst ku hewl didin destketiyên gel têk bibin, li ber xwe bidin.

 

ANHA/QAMIŞLO